Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Tirkiye êrîş dike cîhan temaşe dike

Tirkiye êrîşî vîna civaka êzidî dike. Êrîşî baweriya êzidî dike. Êrîşî nirx û hebûna êzidiyan dike. Lê hemû dewletên cîhanê jî van êrîşên Tirkiyeyê temaşe dike. Li dijî van êrîşan jî civaka êzidî li Şengalê li ber xwe dide. Biryara têkoşînê dide. Biryara ku dê axa pîroz terk nekin didin.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê bi piştgirî û plana Iraq, Tirkiye, Neteweyên Yekbûyî, DYA û gelek welatên hegomonîk êrîşî Şengalê kir. Bi hezaran jin revandin û qetil kirin. Bi deh hezaran şengaliyan axa xwe terk kirin û koçber bûn. Lê piştî ku civaka êzidî li Şengalê parastina fîzîkî, ruhî û bîrdozî pêş xist, piştî ku di her alî de xwe bi rêxistin kir, dîsa li axa xwe vegeriya. Şengaliyan ji bo axa xwe û baweriya xwe şer kir û Şengal ji DAIŞ’ê rizgar kir. Piştî Şengaliyan Şengal ji DAIŞ’ê rizgar kir û li axa xwe vegeriyan, vê carê hêzên hegomonîk bi hevkariya Tirkiye, Iraq û PDK’ê planên nû xistin meriyetê. Vê carê tarz û rêbazên êrîşan guhertin.

Tirkiyeyê piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Şengalê, di 5 salên dawî de bi dehan êrîş pêk anîn. Zekî Şengalî, Seîd Hesen, Merwan Bedel di êrîşên balafirên şer ên Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Hemû kesên hatin qetilkirin jî ew kesên ku nûnertiya civaka êzidî û parastina nirxên civaka êzidî dikir bûn.

Herî dawî balafirên şer ên Tirkiyeyê êrîşî Meclisa Gel a Xanesor a Şengalê kir. Meclisa gel hem cihê nûnertiya gel e, hem jî navenda baweriya êzdî ye. Gelê Şengalê piştî êrîşê herikîn Meclisa Gel a Xanesorê û hêrsa xwe ya li dijî êrîşan bi gotinên “Meclisa Xanesorê navenda çareserkirina hemû pirsgirêkên êzidiyan bû. Dewleta tirk li navenda me ya pîroz a weke Laleşê ango Meclisa Gel xist. Raste rast navendên me yên pîroz hedef digire.”

Di encama êrîşê de meclisa gel bi temamî rûxiya. Lê zirarên giyanî çênebû. Tevî liv û tevgera balafirên şer jî civaka Şengalê li gel rêveberên xwe li ber avahiya meclisa gel kombûn û nerazîbûn nîşana êrîşan dan.

Gel hem nerazîbûn nîşana êrîşên Tirkiyeyê û bêdengî dan û hem jî hevkariya hikûmeta Kazimî şermezarkirin. Bi dirûşmên ‘Bimire Xiyanet’ hevkarên Tirkiyeyê şermezar kirin. Şengaliya bi dirûşmeya  “Bijî Serok Apo” biryardariya xwe ya li dijî êrîşan anîn ziman. Israra di “Xweseriya Şengalê” de nîşan dan. Gel carek din peyam da Tirkiye, Iraq û PDK’ê ku dê bi van êrîşa war û axa pîroz terk neke.

Dema mirov li reng û rûşên êrîşên Tirkiyeyê dinêre 3 tişt derdikeve holê. Yek, bi taybetî êrîşî vîna gel dike. Dixwaze civakê bê vîn û bê ruh bihêle. Dudu, êrîşî nirxên gel ê pîroz dike. Dixwaze civakê bê çand û beden bihêle.  Sisê, bi van êrîşan dixwaze civakê bitirsîne û hemû şengaliyan ji ser axa wan qut bike. Êrîşkar dibêjin “Ku hûn li ser vê axê bijin divê hûn wekî koleyan di bin serweriya me de bijîn. An jî em destûr nadin hûn wekî civakek azad û xwedî vîn li ser vê axê bijîn.”

Lê civaka êzidî jî piştî hemû êrîşan peyamê dide dewletên cîhanê. Civaka êzidî tevî endam û rêvberên xwe piştî her êrîşê daxuyanî daye û helwesta ku dê axa xwe, warê xwe û nirxên xwe terk neke daye.

Peyama hêzên hegomon û netew dewlet a li dijî civakên Kurdistanê pir zelal û aşkera ye. Raste rast bi êrîşên xwe  dibêjin “An hûn ê di bin serweriya min de koletiyê ji min re bikin, an jî ez destûra jiyanê nadim we.” Gelê Şengalê jî pir zelal peyamê dide û dibêje “An em ê azad li ser axa xwe bijîn, an jî em bên kuştin jî em axa xwe terk nakin.”

Li aliyê din partî, rêxistinên kurdan, parazvanên mafên mirovan ên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn çiqas van êrîşan dibînin. Ku van êrîşan dibînin çiqas bertek nîşanî wan didin. Ku dibînin û bertek nîşanî van êrîşan nadin çima li dijî van êrîşan bêdeng in. Çiqas rol û erka xwe pêk nînin. Ev pirs jî li benda bersivan in.

Nûçeyên Têkildar