Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Tirkiye êrîş dike PDK dixwaze dora wê bigire

Êrîşa li ser Xakurkê qonaxeke nû ya şerê li dijî kurdan e. PDK alîkarî û piştgiriyê dide vê êrîşê û dibe hevkarê polîtîkaya şer a li ser kurdan

Dewleta tirk dest bi dagirkirineke nû kiriye. Dewleta tirk sala borî bi piştgiriya PDK’ê li Xakurkê Girê Lêlikanê dagir kiribû û îsal dîsa bi alîkariya PDK’ê dixwaze li Xakurkê Çiyayê Şekîf dagir bike. Bi dagirkirina dewleta tirk re, PDK jî li qadên gerîlayan pêşmergeyan kom dikin û çekên giran dişînin wê derê, ev jî diyar dike ku planeke qirêj heye.

Vê dagirkirina tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê û dorgirtina ji aliyê PDK’ê, têkiliya dewleta tirk û PDK’ê ya di salên 1990’î de tîne bîra mirov. Wê were bîra hemû kesan, di salên 1996, 1997 û 1998’an de dewleta tirk tevî PDK’ê êrîşî qadên gerîlayan kiribû. Di sala 1992’an de jî PDK û YNK’ê bi hev re êrîşî gerîlayan kiribûn.

Êrîşên dewleta tirk ên li dijî gerîlayan û dagirkirina başûrê Kurdistanê ne nû ye. Di sala 1983’an de ji ‘Tevgera Guneşê’ û heta niha di dehan caran êrîşî başûrê Kurdistanê kirine. Di gelekan de artêşa tirk ketiye başûrê Kurdistanê lê piştî derbên gerîlayan neçar maye ku derkeve. Li qadên ku PDK’ê destûr daye wan û PDK wan diparêze jî mayînde bûne. Îro bi parastina PDK’ê li 15 cihan baregehên wan ên leşkerî hene. Dewleta tirk êrîşî gerîlayan dike lê PDK gefê dixwe û dibêje gerîla nikare li van deran çalakiyan li dar bixin. Li ser navê Komara Tirkiyeyê wan diparêze û nahêle kes nêzî van baregehên li başûrê Kurdistanê bibe.

Dewleta tirk tevgera dagirkirinê û baregehên li başûrê Kurdistanê niha dixwaze zêde bike. Tifaqa AKP û MHP’ê ya ku dixwaze kurdan qir bike, li her derê polîtîkaya xwe ya şer didomîne. Roja ku li qada Xakurkê êrîşî Çiyayê Şekîf kirin, Devlet Bahçelî got ku “Divê êrîşî rojhilatê Firatê jî were kirin” û derketiye holê ku ev êrîş encama feraseteke çawa ye. Êrîşa li ser Xakurkê qonaxeke nû ya şerê li dijî kurdan e. PDK alîkarî û piştgiriyê dide vê êrîşê û dibe hevkarê polîtîkaya şer a li ser kurdan. Jixwe dewleta Tirk bi têkiliyên xwe yên bi PDK’ê re dibêje ku ew ne li hemberî kurdan lê li hemberî ‘terorîstan’ şer dike. Dewleta tirk şerê bi sed salan ê li hemberî kurdan jî wekî şerê li hemberî eşqiyayan nîşan dide. Sedam Huseyn jî êrîşên li dijî PDK’ê bi van argumanan dikir.

Hevkariya PDK’ê ya ji van êrîşan re, dibe mînakeke nû ku ew bi dewletên dagirker re tevdigere. PDK di dîroka xwe ya siyasî de ne bi tenê li bakurê Kurdistanê, li rojhilatê Kurdistanê jî gelek tiştên wisa kirine. Kesên ku têkiliya wan bi PDK’ê re heye, di dagirkirina Efrînê de bi çeteyan re tevgeriyan. Li ba PDK’ê feraseta ‘ji xeynî me yên kê be’ hene. Feraseta wê ya wisa heye ku dibêje bila ne aîdî kurdên li derveyî min bibe. Li gorî wê parçeyek an jî qadeke Kurdistanê dibe ku di bin serweriya dagirkeran de be lê divê ne di bin kontrola tevgereke kurd de be. Ji ber vê jî hevkariyê bi hêzên dijminên kurdan dike, ji bo qelskirina tevgerên kurdan ên li derveyî xwe, tevî hêzên mêtinger tevdigere. Bi ser de jî hin kurd vê polîtîkayê meşrû dibînin. Xakurkê tê dagirkirin. PDK hevkarê vê dagirkirinê ye lê di raya giştî de nerazîbûna li hemberî vî tiştî zêde nayê kirin. Yên ku dibêjin em li dijî vê dagirkirinê derkevin, em û PDK em ê werin hemberî hev û ji ber vê bêdeng dimîne. PDK vê polîtîkaya qirêj wekî ku normal be, ji xwe re didomîne.

PDK’ê di demên borî de ji raya giştî re diyar kiribû ku ew ê li dijî gerîlayan şer nekin. Di sala 2014’an de dema ku Hewlêr dikira biketa, gerîlayan wekî li Şengalê nehiştin DAÎŞ nêzî Hewlêrê bibe. Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî çûbû Mexmûrê û li ber raya giştî spasî li gerîlayan kiribû. Niha jî PDK tevî Tirkiyeyê amadekariyên êrîşê dike. Tevî AKP û desthilatdariya dewleta tirk êrîş dikin. Wisa dixuye ku kurd her tiştan ji bîr dikin. PDK bi vê helwesta xwe ji gerîlayan re dibêje ‘Heke tu me rizgar bikî jî, em ê tevî Komara Tirkiyeyê ya ku piştgiriyê dida DAIŞ’ê em ê tiştên xerab bînin serê te.” Gelo ev di kîjan aqil û wijdan de heye?

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Komara Tirkiyeyê ji aliyekî ve êrîşî qadên gerîlayan dike û li aliyê din jî PDK dikeve qadên gerîlayan û dixwaze qereqolan ava bike. Bi girtina qadên derbasbûnê yên gerîlayan, dixwazin pêşiya çalakiyên li hemberî artêşa tirk bigirin. Ev jî diyar dike ku dewleta tirk û PDK bi hev re tevdigerin. PDK ji dêvila ku alîkariyê bide gerîlayan ên ku li hemberî dagirkeran şer dike, PDK gerîlayan asteng dike. Heke bi zelalî neyê gotin jî ev tê wateya ku tevî dewleta tirk li dijî gerîlayan şer dikin. Artêşa tirk dixwaze dagirkeriyê berfireh bike û PDK jî pêşmergeyan li dora qadên gerîlayan bi cih dike. Wisa xuya dike ku PDK dîsa tevî qirkeran dixwaze têkeve xwîna kurdan. Gelê me yê li hemû parçeyan û raya giştî ya kurdan divê li hemberî vêya nerazîbûna xwe diyar bikin.

Çavkanî: Xidir Alî Şengalî / Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar