Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Tirkiye firotin bi guleyekî!

Hikûmetê li hemberî pîvaz û kartolên xayîn şer îlan kir. Di vê şerî de welatparêz bi îktidarê re ne! Nebêjin ku ev yek henek e. Ev ji bo wan berpirsiyarek wijdanî ye! Bêbextiyê li hikûmetê dikin! Dibêjin ku buhayê balican, kartol û pîvazan zêde bûye. Ma hûn dizanin buhayê guleyekî çiqas e?

Ev pirsa serokomar e û pirsekî di cih de ye. Erdogan krîza ku demekî dirêj e înkar dike qebûl kir û niha li sedeman digere.

Sedema krîzê şer e. Sedema krîzê gule ne, tank û top in. Sedema krîzê şêlandin e, dewlemendiya baronên şerûd in, çete ne, nelirêtiya pergalê ye. Ev hemû jî di encama şer de derdikevin holê. Pirsa Erdogan vê rastiyê îlan dike, îtiraf dike.

Pirsa ‘hûn dizanin ka buhayê gulekî çiqas e’ tê gelek wateyan û gelek tiştên cuda jî dihewîne.

Hebûna desthilatdariyê jî girêdayê şer e. Yanî ev şerê ku dibe sedema krîzê, xizaniyê, bênaniyê, birçîtiyê nebe, hikûmet û desthilatdarî nikare emrê xwe dirêj bike. Yanî hebûna wan jî raste rast girêdayî vê krîz û kaosê ye. Dema HDP’ê û tevgera kurd digot; ‘Sedema krîzê şer e, şer jî girêdayê tecrîdê û neyartiya kurdan e’ hin derdorên qaşo muxalîf henekên xwe bi vê tespîtê dikirin û digotin ‘canim hûn jî meseleyê gelek dinepixînin. Çi eleqeya şer û tecrîdê heye?’ Niha pergal vê yekê îtiraf dike dibêje ku gule, tang û top nebûna ev şer nehata meşandin ev xizanî nedibû.

Yanî ev kesên ku dibêjin em şerê bekaya Tirkiyeyê dimeşînin bi van gotinan îtiraf dikin ku Tirkiyeyê firotine buhayê guleyekî. Yanî yên ku behsa bekaya Tirkiyeyê dikin gule berdidin Tirkiyeyê. Vê xirabiyê bi şerê li hemberî kurdan pêk tînin.

Ev şer derfetên berfireh dide hikûmetê ku hebûna xwe bidomîne. Di van şert û mercan de herkes û her tişt terorîst in. Kurd terorîst in, kartol û pîvaz terorîst in, esnaf terorîst in, şirîkê wan ê duh cemaat terorîst e. Dem tê kemalîst terorîst in, heta heta ku bi hesabê wan nebe, damezirenêrên AKP’ê yên wekî Bulent Arinc û Abdullah Gul jî terorîst in! Ku gotina terorîstiyê ji destê wan bê girtin dê lal û bê zar bin.

Ev rastî dide nîşan ku ew derdorên dibêjin em kedparêz in, em çepgir in, em bi çavê “çînî/sinif” li dinyayê dinhêrin, ‘perspektîfa ku hemû tiştê bi şer û pirsgirêka kurd ve girê dide paşverû ye’ divê bi vê rastiyê qebûl bike. Divê bizanibe ku kedparêzî ji dijberiya şer ji parastina mafê gelê kurd derbas dibe…

Dîsa jî şerê ku li hemberî kartol û pîvazan hatiye destpêkirin şerekî pîroz e, şerê rûmetê ye. De hadê çepgir û dildarên netewperwer, çek û rextên xwe girêdin û gule berdin pîvaz û kartolan!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar