Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên li Rojhilata Navîn ji ANF’ê re nirxand.
Muslim, diyar kir ku erdnîgariya Tirkiye hem ji bo cîhanê û hem jî ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e û wiha got, “Di sala 1952’an de Tirkiyeyê piştî ku ket nava NATO’yê, li hemberî sosyalîstên li Rûsya bûbû bend. Tirkiyê têkliyên xwe hem bi Asya re hem jî bi Ewropayê re hebû û xwedî erdnîgariyek berferh e. Lê bi hilweşandina Sovyetan re cihwaziya jeopolotîk her wiha girîngiya Tirkiyê ji bo NATO’yê heya astekê daket. Bi taybet ji bo şerê sar yê ku NATO’yê li hemberî Sovyetan bi kar dianî. Tirkiyê weke wargeheke ji bo şerê sar li hemberî Yekîtiya Sovyetê bû.”
‘Sedemên bingehîn jî neçareserkirina pirsgirêka kurd’
Muslim, da xuyakirin ku sermayeyê, bi taybetî jî sermayeya gerdûnî di salên 1990’î de hewl da ji bo xwe li Tirkiyeyê aramiyekê biafirîne û wiha got, “Di wê serdemê de jî Tûrgût Ozel li ser desthilatdariya Tirkiye bû û hewl da hin proje bi jiyanî bike. Ji bo ku sermeya karibe xwe li wê derê bicih bike û asta bazirganiyê û qezencê bilindtir bike. Yek ji planên wan jî aramiyekê li Kurdistanê bidin avakirin û xwestin pirsgirêka kurd di nava Tirkiyeyê de bidin çareserkirin. Lê mixabin ew planên wan pêk nehatin. Ji ber wê Tirkiyeyê hem asta wê ya jeosiyasî daket, hem jî aramî di nava xwe de nekarî bide avakirin. Ger Tirkiye karîba aramî li nav xwe avakiriba, dikarîbû di warê enerjî û aliyê bazirganiyê de jî li cîhanê xwedî otorîte baya. Sedemên bingehîn jî neçareserkirina pirsgirêka kurd û hilweşandina sovyetan e. Ji ber neçareserkirina van pirsgirêkan dewleta tirk cihê xwe ya stratejîk jî li cîhanê winda kir.
Weke ku em dizanin pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin e û heta çarser nebe, ti carî Tirkiye aram nabe. Ji ber siyaseta Erdogan ê bila ‘kurd siyaseta Komara Tirkiyeyê qebûl bike’, li hemberî hêzên sermayeder winda dike. Di encama vê siyasetê de ne tenê gelê Tirkiyeyê hemû neteweyên din bi taybetî jî kurd berdêlên wê didin.”
‘Tirkiyeyê fermana êrîşê da Hamasê’
Muslim, bal kişand ser şerê Îsraîl û Hamasê û got, “Gelek lêkolîner dibêjin ku şerê niha di navbera Hamas û Îsraîlê de diqewime di encama nelihevkirinên sermeyadaran e. Rêya Îpekê ya Berê dixwestin di navbera Tirkiye û Îranê de ber bi Ewropayê ve vekin. Hem Îranê hem jî Tirkiyeyê ev dixwestin. Lê belê di civîna li Hindistanê de hate xwestin ku ev rê bê guhertin, di ser dewletên Kendavê, Erebistanê, Derya Spî derbasî Yewnanistanê bê kirin. Vê daxwazê hem Tirkiye hem jî Îran li derve hişt. Niha tê gotin, Tirkiye ji bo pêknehatina vê projeyê ev şer da destpêkirin. Di piraniya nirxandinên niha de tê gotin, ji bo ev proje neyê bicihanîn Tirkiyeyê fermana êrîşê da Hamasê. Bi tevlîbûna Tirkiyeyê re, bi derxistina vî şerî re xwestin li Rojhilata Navîn kaosê kûrtir bikin. Lê belê dibe ku ev şer hîn berfireh bibe. Di rewşeke bi vî rengî de Lubnan, Urdun û Sûriye jî wê bikevin nava vî şerî. Di rewşeke bi vî rengî de wê her tişt tevlîhev bibe. Em nizanin bê kî wê li ku derê bisekine. Lê belê ji bo vê projeyê rewşa Sûriyeyê gelekî girîng e. Mînak projeya destpêkê ya ku me qalê kir, Sûriye li derve dihişt. Berê xwestin ku xeta gazê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbas bikin, ji xwe ev proje pêk nehat. Gelek welatên mîna Qatarê dixwestin ev proje pêk were, lê belê ew jî nebû. Ji ber ku nekarîn projeyên xwe yên din jî pêk bînin, careke din vedigerin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bêguman eger ev projeya dawî pêk were, ya herî maqûl ew e. Lê belê em nizanin bê heta kîjan astê wê di vê projeyê de li hev bikin. Lê belê tiştek heye, ew jî ew e ku hesabê gelê kurd nekiribûn. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiyek hatiye avakirin, ev rêveberî jî sîstemeke. Hêzên hegemon û rojavayî hemû dikarin vê sîstemê qebûl bikin. Ev yek jî wê bi xwe re çareseriyê bîne. Lê belê dewletên herêmê vê qebûl nakin. Tirkiye, Sûriye û Îran vê qebûl nakin. Ji ber vê yekê hîn jî em di nava vî şerî de ne. Lê belê hîn jî girîngiya xwe kêm nekiriye. Em jî hêvî dikin ku hem ji bo me hem jî ji bo derdora me aramî pêk were. Lê belê bi dîtina min, ev meseleya Xezeyê wê gelek tiştan biguherîne. Dibe ku şer hîn giran bibe. Wê hin tiştan biguherîne. Lê belê ev guhertin wê bi şer bibe, yan jî bi rengekî cuda bibe em pê nizanin. Dibe ku ev şer li gelek dewletan belav bibe. Lubnan, Misir, Urdun dikarin tevlî bibin. Yanî ne diyar e ku ev şer li ku bisekine. Lê belê wê hevsengiyên li Rojhilata Navîn hemû bêne guhertin.”
Muslim destnîşan kir ku ji ber siyaseta Erdogan ya şaş, Tirkiyê roj bi roj ber bi hilweşandinê ve diçe û wiha dewam kir, “Di sala 2002 û 2013’an de desthilatdariya Erdogan, hemû projeyên ku ji bo Hegemonya pêşkêş kirbû; hatibûn qebûl kirin. Di wê demê de jî li Tirkiye herikîna Ûrasîa derket holê. Ûrasîa jî Yekîtiyeke Tirkiyeyê ye û weke Osmaniya berê û weke Yekîtiya Ereban e, dixwastin bide avakirin. Lê ev Herikîn di sala 2013’an de ters li Receb Tayyîp Erdogan vegeriya û desthilatdarî bi destê xwe xistin. Ji wê demê ve siyaseta Erdogan hate guhertin û êdî hemû tişt li gorî xwe meşand. Erdogan di vir de siyaseta xwe li ser du aliyan da meşandin. Li aliyekî xwe ji NATO’yê qut nekir, li aliyê din jî têkiliyên xwe bi Rûsyayê re danîn. Ev yek jî tenê ji bo desthilatdariya xwe mayînde bike kir. Erdogan siyaset di nav dewletên navnetewî de jî da meşandin, ev têkilî û danûstandin jî hemû xist xizmeta siyaseta xwe ya hundirîn; kurdan tune bike û pirsgirêka kurdan çareser nekirin û her tiştî xistina xizmeta desthilatdariya hikûmeta xwe û dewletek misliman avakirin e.”
‘Stratejî û jeopolîtîk a Tirkiyeyê winda kir’
Salih Muslim da zanîn ku ji bo berjewandiyên Erdogan, hemû Tirkiye bû qurban û wiha axivî, “Ji ber siyaseta desthilatdariya Erdogan, bû sedem ku li Tirkiyeyê hem di aliyê aborî hem jî di aliyê siyasî û dîplomasî de îflas bike. Dema ku AKP’ê bi desteka MHP’ê cardin desthilatdarî bi dest xist, me got Talîban hatin ber sînorên me. Tirkiyê di diplomasiyê de winda kiriye, êdî ti hêz naxwaze pê re hevdîtinan bike. Desthilatdariya AKP’ê di şerê li Xezeyê de qaşo di bin navê alîkarî hewl da rojevek siyasî pêk bîne, lê derket holê ku hemû hewldan vala ye, siyaseta wî ya li ser esasê berjewandiyê hatî avakirin, têk çû. Ji bo ku Erdogan kesayeta xwe bide pêş, stratejî û jeopolîtîk a Tirkiyeyê winda kir. Tevahî Tirkiyeyê kir qurbana berjewandiyên xwe. Em dibînin ku Tirkiyeyê rojane ji mijara demokrasiyê dûr dikeve û heta zagonên ku di hundir Tirkiyeyê de avabûne wan jî pêk nayên. Hin qanûn û yasa li gorî Ewropayê dayê avakirin, rojane ji wan jî dûrdikeve. Rojane rojnemevan tên girtin û bi hezaran mirov û siyasetmedar tên revandin. Tevahî dezgehên edaletê xistiye bin kontrola xwe û hemû dadgehên destûra bingehîn piştguh dike. Her wiha biryarên dadgeha Ewropayê û mafên mirovan jî binpê dike. Niha Tirkiyê di rewşek xirab re derbas dibe û diyare ku Tirkiyê ber bi hilweşandinek mezin ve diçe.”
Tirkiye bû aktorekî ku perspektif guhdarî bike û pêk bîne
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, her wiha qala bandora pergala Modernîteya Kapîtalîst kir û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Pergala modernîteya kapîtalîst li tevahiya cîhanê bi destê hêzên mîna Emerîka, Brîtanya û Fransayê belav bûye. Gelek hêz ango dewlet ji aliyê pergala kapîtalîst ve tên bikar anîn. Yek ji wan dewletên ku kapîtalîzm bikar tîne Tirkiyeyê ye. Tirkiyê jî di nav projeya Modernîteya Kapîtalîst ya Rojhilata Navîn ya Mezin ên ku di salên 1990’î de hatibû diyar kirin cihê xwe digire. Ji bo wê jî hêzên kapîtalîst pişta xwe da Tirkiyeyê ku Tirkiye hem li herêmê ye hem jî endamê NATO’yê ye û di aliyeke din de hêza Tirkiyê ya leşkerî karibin bi kar bînin. Li ser vî esasî Tirkiye bû aktorekî ku perspektif guhdarî bike û pêk bîne. Di wê demê de Projeya Rojhilata Navîn ya Mezin dixwast ku pirsgirêka kurd çareser bike, lê mixabin Tirkiyeyê xwe dûr xist û qebûl nekir. Wê demê li Oslo gelek civîn û rûniştin çêbû da ku pirsgirêka kurd çereser bikin û bi Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan re jî hevdîtin hatin kirin. Rêber Ocalan ji bo ku ew projeya çareseriyê pêk were û li Kurdistanê aramî pêk were, gelek hewl da. Lê piştre ji ber bandora şerê taybet nêzîkatiyên dewletan hatin guhertin.”
Kurdan di şer xwe dane îspatkirin
Muslim, da zanîn ku Tirkiyê li hemberî hêzên global bûye bela û wiha pê de çû, “Tiştê ku NATO’yê ji sala 1952’an de heya niha dike, her tim li gorî têklî û hevpeymana xwe ya ligel Tirkiyeyê tevdigere. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bi hev re avakirine. Tirkiyeyê ji vê yekê gelek sûd girtin. Ji ber gelek pere û sermayaya Tikriyê ketin wê projeye. NATO niha dixwaze êdî ji Tirkiyeyê rizgar bibe, lê çawa be nizane. Ji ber Tirkiye bûye bela serê wan û astengî ji projeya wan re derdixe. Ji ber dema xwestin projeya Rojhilata Navîn a mezin pêk bînin, Tirkiyê wê demê got ‘divê kurd di vê projê de tune bin.’ Lê 50 mîlyon mirovên kurd li Rohilata Navîn dijîn. Wê çawa ji nedîtî ve bên? kurdan di wê demê de xwe bi şer îsbat kir û bûn parçeyek ji vê projeyê. Tirkiyê bi siyaseta xwe ya çewt, hêşt ku hemû herêm winda bike û projeya Hêzên Global jî ji bo Rojhilata Navîn danîne, werin rewistandin û astengiyan bikşînin. Ji bo wê em niha nikarin bêjin ku Tirkiye parçeyek ji Modernîteya Kapîtalîst e. Ji ber bûye weke kelemekê li pêşiya hêzên hegemon û projeya wan a Rojhilata Navîn a Mezin.”
Li Tirkiyeyê rewşeke gelek aloz heye
Muslim, destnîşan kir ku armanca siyaseta dewleta tirk a herî sereke li Rojhilata Navîn avakirina pergala Osmaniyê ya nû û berfirehkirina xwe ye û got, “Li gorî wê divê derfetên xwe hem li derve hem jî li hundir bê guhertin. Lê Tirkiyê xwest bi rê û rêbazên xwe biguhere, çarenûsa gelên li Tirkiyeyê di destê sermayaderan de ye. Niha bi rêya hin şîrket û rêxistinan an jî partiyan weke MHP’ê û Ergenekon, siyaseta derve didin meşandin û li gorî berjewndiyên wan têkliyên xwe bi derve re didin avakirin. Ew şîrket û rêxistin jî di bin xizmeta Erdogan de ne, di heman demê de jî bazirganiya dewletê bi rêya wan şîrketan tê kirin. Li kêlek wê hemû mafya û çeteyên ku di cîhanê de belav bûne têkliya hemûyan bi Tirkiyê re hene. Ji ber wê jî li Tirkiyeyê rewşeke gelek aloz heye. Hem ji aliyê wan şîrketan û hem jî ji aliyê hebûna çeteyan de. Em dizanin ku niha madeyên hişbir ji Emêrîka Latîn, di Tirkiyê re derbasî Ewropa dibe. Ev yek bi rêya rayadarên Tirkiyeyê re derbas dibe. Gihîştiye astekê, dev ji lêkolînên xwe derbarê madeyên hêşbir de berdane. Ji ber destê hemû rayadarên mezin di vê faeliyetê de heye.
Ew şîrketên ku Tirkiyeyê birêve dibin da ku împaratoriya xwe hîn mezin bikin destwerdana xwe li her derê kirin. Mînak Lîbya, ji dema Qezafî ve ji bo petrolê ji salên 1980’î û şûnde gelek têkiliyên wan şîrketan bi Lîbya re hebû. Lê piştî li Lîbya rewş hate guhertin û şerê navxweyî destpê bû, Tirkiyê leşkerên xwe rêkirin Lîbayayê. Ji ber leşkerên wan li wir jî bûn bela, hêzên muxalefta Sûriyê ji xwe re kirin çete û şandin Lîbyayê. Li Ezerbaycanê jî heman tiştî pêk anî. Bi mîlyonan dolar ji bo projeyê wan ên li Efrîqa, Sûdan, Kenya, Nîjerya û deverên din hat finanse kirin, lê encam bi ser neketin. Şîrketên ku aboriya Tirkiyê birêve dibin, bi mebesta belavkirina fikira xwe û qaşo dostan ji xwe re ava bikin, gavên xwe bê hesab avêtin. Bi wê re ew şîrket her çûn lewaz ketin û di aliyê aborî de li Tirkiyê bûbûn bar û heta niha ji nav deyînan derneketine. Her wiha ji ber têkçûna projeyan, lêpirsîn jî nehatin destpê kirin. Bi mîlyonan dolar ji bo van projeyan razandin û tev têkçûn. Siyaseta ku li Tirkiyê tê meşandin, tenê ji bo bikeve xizmeta wan şîrketan û projeya Osmanî fireh bikin. Lê niha gihêştiye asta îflasê. Ji ber di despêkê de nikarîbûn pirsgirêkan di hudirê Tirkyê de, çareser bikirna. Pirsgirêka kurd di hundir Tirkiyê de bûye weke reş çalekî, her tiştî derdora xwe daduqrtîne.”
Muslim, diyar kir ku her çendî weke hejmarek fermî ne hatibe dayîn jî zêdeyî tirlyonek dolar di şerê li dijî kurdan de hatiye bikar anîn û wiha dewam kir, “Di şerê li dijî kurdan de derdora 110 hezar leşker û mirov hatine kuştin û hîn jî ev şer dewam dike. Ji ber vê yekê desthilatdariya Tirkiyeyê, ji bo hemû gelên li herêmê û cîhanê xeterî îfade dike. Gelek hêzên çete yên ku li cîhanê weke hêzên terorê tên binavkirin, DAÎŞ, Cebhet El Nûsra û Heyia Şam û hwd. li Tirkiyeyê faeliyetên xwe didomînin û destekê digirin. Ev jî Tirkiyeyê mîna gef li dijî cîhanê bikar tîne. Siyaseta Erdogan bi giştî veguheriye şantajê.”
Yekitiya kurdan dê bandorê li ser siyaseta cihanêjî bike
Salih Muslim di berdewamiya axaftina xwe de got, “Îro heqîqeteke heye divê em wê ji bîr nekin. Di siyasetên navneteweyî de kurd tune hatin hesibandin. kurd ji sala 1923’yan û vir ve neketibûn rojeva cîhanê. Lê hêdî hêdî ber bi sedsala 21’an ve kurd ketin nava rojeva cîhanê. Bi taybetî piştî avabûna federasyona li başûrê Kurdistanê. Ew federasyon jî li gorî pîvana sermaya desthilatdaran hat avakirin. Lê ev federasyona ku li başûrê Kurdistanê hatiye avakirin nûnertiya kurdan nake. Derdora 50 mîlyon kurd hene. Eger kurd xwedî nêrînek hevpar bin, wê karibin bandora xwe li siyaseta cîhanê bikin. Bi heman hişmendiyê xwestin nêzî Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bibin. Lê belê kurdan li vir berxwedanek bi heybet raber kir û ket rojeva cîhanê. kurd li vir xwedî projeyek mezin û xurt in. Xwedî projeya wekheviya gelan e. Di vê dawiyê de jî me dît hevpeyama xwe ya civakî jî avakirin, ev hevpeyman weke em dizanin jî ne tenê ji bo Bakur û Rojhilata Sûriyêye ji bo hemû Sûriyeyê ye, heta ji bo hemû Rojhilata Navîn e.”
Muslim, destnîşan kir ku ji ber berjewandiyên 70 sal ên NATO’yê ya bi Tirkiyê re, li hemberî êrîşên Tirkiyeyê dudulî ne û wiha got, “Ji ber vê yekê jî projeya ku li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê derketî nû ye û li hemberî wê jî hem hêzên herêmî hem jî hêzên global hene. Hinek ji wan hêzan weke Tirkiyeyê, Îran û hikûmeta Şamê dijminatî kirin û nexwestin ev proje pêş bikeve. Dixwazin weke berê kurd kole bin û ji xwe re bikar bînin û piştî karê xwe pê qedandin bavêjin aliyekî. Hêzên herêmî û cîhanî yên ku hewl didin vê projeyê nas bikin hene, lêkolîn dikin û dixwazin projeya Rêveberiya Xweser analîz bikin. Ji ber li ser projeyê hakîmiyetek wan nîne, ew jî li dijî êrîşan bêdengiya xwe parastin. Her wiha ji sala 1952’an û vir ve hin hevpeymanên dewleta tirk bi hêzên global re hene. Li ser esasê berjewendiyên xwe tevdigerin û bêdengiya xwe diparêzin. Bi kurtasî ji bo ku hevpeymana wan a 70 sal ligel ewqas binpêkirin xirab nebe, çavên xwe ji projeyên baştir ku civakê bixe nava ewlehiyê de digirin. Gelek hêzên herêmî jî, ji ber projeya me baş nasnakin, hêj biryara destekkirina projeye nedane.
Hêviya me mezin e. Berxwedana ku îro ji aliyê hêz û gelê me tê raberkirin, hişt ku li Rojhilata Navên bibe xwedî hebûnek diyarker. Kes nikare me piştguh bike û ger dixwazin aramiyek li vê herêmê pêk were divê projeya Rêveberiya Xweser berçav bigirin. Bi siyaseta berê êdî kes nikare li hemberî hêza kurdan encam bigire.”
Salih Muslim, di dawiyê de anî ziman ku divê hikûmeta Şamû siyaseta xwe biguherîne û wiha got, “Dema ku hikûmeta Şamê piştî BAAS’ê hatin ser desthilatdariyê, bi pirsgirêkên hundirîn nefikirîn. Her tim berê xwe dan mijar û pirsgirêkên dervî welat. Niha jî siyaseta hikûmeta Şamê ya li hemberî pirsgirêka welat têk çûye. Ne demokrasî ava kir, neçereseriyek pêk anî û ne jî hêrsa gelê xwe kêm kir. Ji ber wê divê hikûmeta Sûriyeyê hemû siyaseta xwe biguherîne, berî her tiştî mijara pêkhateyên di Sûriyeyê de. Heya ku Sûriyê pirsgirêka nava welatê xwe çareser neke, nikare li derve tiştekî avabike. Ji ber wê hîn dem heye, divê hikûmeta Sûriyeyê nêrîna xwe berçavan re derbas bike û xwe bugherîne.”