KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

‘Tirkiye hem nexweşan bernade hem jî heqaretê li cenazeyan dike’

Nûnerê TÎHV’a Amedê Mûrat Aba derbarê hovîtiya li hemberî cenazeyê Şefîk Esen ev tişt anî ziman: “Mixabin li Tirkiyeyê li dijî cenazeyan hestiyar tevnagerin û piştî astekî nêzîkatiyên tên nişandan dibin travma. Jixwe hûn kesên nexweş bernadin, piştî ku jiyana xwe ji dide jî heqaretê li bedena wî kesî dikin. Di hêla mafê mirovan de ev yek nayê qebûlkirin.”

Dadgehên dewleta tirk a faşîst bûne cuhên ku ceza li kurdan dirin. Kurdên ku doz li wan tê vekirin cezayê herî zêde didin wan. Ji van yek jê ciwanê kurd Şefîk Esen e. Esen bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salekî cezayê lê birîn û piştî cezayê wî erê kirin girtin. Esen ji ber nexweşiya xwe ya anemiya behra spî, di nava demê de pêdiviya bi guherandina xwînê didît. Esen dema di Girtîgeha Tîha H a Eskîşehîrê de bû, rewşa wî giran bû û ji bo were dermankirin 3 caran daxwaza berdanê kir lê belê her carê ev daxwaz red kirin. Esen ji ber acizbûna xwe nêzîkî 40 rojan di Nexweşxaneya Zanîngeha Osman Gazî ya li Eskîşehîrê hate dermankirin û di 27’ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Birînên Esen yên di ji dema dermankirinê de çêbûne û birînên piştî karûbarên otopsiyê çêbûne nehatin girtin û cenazeye Esen bi birînên vekirî ve teslîmî malbatê hate kirin.

Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Amedê Mûrat Aba da zanîn ku di girtîgehan de gelek caran mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin. Aba bi bîr xist ku Esen piştî dermankirina 40 rojan jiyana xwe ji dest da, cezazeyê wî bi birînên vekirî ve teslîmî malbatê hatiye kirin û ev tişt gotin: “Ev şêwazekî miameleya xirab e. Binpêkirina qedexeya miameleya xirab e. Dibe ku jiyana xwe ji dest dabe lê belê hûn nikarin tahdeyê li laşê wî kesî bikin. An jî hûn nikarin bi tahteya cenazeyî, tahdeyê li malbatê jî bikin. Hûn nikarin kesekî, bi birînên vekirî ve ji deverekî re bişînin. Divê birîn werin başkirin, an jî bi awayekî guncav divê werin pêçan û piştre were şandin.”

Aba anî ziman ku li Tirkiyeyê laş tên parçekirin, cenaze di kutiyên kargoyê de teslîmî malbatan tên kirin û axaftina xwe wiha domand: “Mixabin li Tirkiyeyê li dijî cenazeyan hestiyar tevnagerin û piştî astekî nêzîkatiyên tên nişandan dibin travma. Jixwe hûn kesên nexweş bernadin, piştî ku jiyana xwe ji dide jî heqaretê li bedena wî kesî dikin. Di hêla mafê mirovan de ev yek nayê qebûlkirin. Divê pêvajoya travmayê ya malbatê jî berçav were girtin. Ev nêzîkatî ji bo malbatê jî muamileya xirab e, û mixabin dîmen hemû parastvanên mafên mirovan ji kurahî bandor dike. Ev liv û tevgere derveyî rûmeta mirov e.”

Aba anî ziman ku di çarçoveya polîtîkayên dewletê de cihêkarî li kurdan tê kirin û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber kurdan ê din dihesibînin, qanûnên xwe jî kêm dibinin. Hem wek qanûnî ceza dikin, hem jî rayedarên di girtîgehan de dixebitin serî li şêwazên cuda yên cezakirinê didin. Wek xwezayî mafên mirovan hene lê belê bi nêzîkatiya pêşîlêgirtina van mafan tevdigerin. Bi vî awayî wekî ku tevahniya civakê travmatîze dikin. Sax an jî mirî, mafê her mirovekî/ê heye û divê li gorî vê yekê nêzîkatî were nişandan.”

Aba xwest di girtîgehan de şandeyên bêalî yên şopandinê werin avakirin û diyar kir ku ew wek TÎHV li dijî binpêkirinên mafan in. Aba da zanîn ku di bin tu şert û mercan de îşkence nayê kirin, ew hewl didin ku hestiyariya civakê li dijî îşkenceyê zêde dikin û wiha dawî li axaftina xwe: “Cîhanekî bêyî êşkence pêkan e. Em ê bi israr vê yeke bînin ziman.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar