Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Tirkiye her ku di şerê gerîla de tengav dibe êrîşî sivîlan dike

Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak diyar kir ku Tirkiye her li ber PKK’ê nikare di êrîşên de serkeftî bi destê xwe bixe, jîngehên sivîl dike hedefa xwe û wiha got: “Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî din jî fermana kuştina kurdan dide.”

Dewleta faşîst a tirk ev 4 sal in bi Balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) 13 caran Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bomberan dike. Di 7’ê cotmehê de mizgeftek bombebarankirin. Di êrîşê de dayikek û du zarokên xwe birîndar bûn.  Tirkiyeyê duh bi şev jî bi SÎHA’yan êrîş bir ser wargehê û di êrîşê de Ayşe Muhammed Ahmed a 50 salî birîndar bû.

Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak ji MA’yê re axivî û êrîşên li ser wargehê nirxand. Budak diyar kir ku êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê bi armanca tunekirina kurdan pêk tên û di êrîşên heya niha de bi dehan welatî hatine qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûne.

Budak ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser wargehê bên sekinandin bang li hikûmeta navendî ya Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û hemû raya giştî ya cîhanê kir û wiha got: “Tirkiye kengê di siyaseta xwe ya navxweyî de bixitime, êrîşî Mexmûrê, Şengal û rojavayê Kurdistanê dike. Tirkiye dema ku lîsteya xwe ya êrîşan eşkere dike, ewilî Şengal, paşê Mexmûr, Qendîl û Rojava rêz dike. Ev deverên ez qala wan dikim, wargeh û cihên azad in. Li van deveran kurdan bi îradeya xwe azad nîşan dan û hewl didin jiyanek azad ava bikin. Ji bo vê yekê Tirkiye van deveran dike armanca xwe. Armanca Tirkiyeyê ew e ku destkeftiyên kurdan tune bike. Bi vê xeyalê êrîş dike.”

Tirkiye cih û warên sivîlan baombebaran dike

Budak anî ziman ku piştî çalakiya HPG’ê ya li Enqereyê di 1’ê cotmehê de pêk anî, rayedarên Tirkiyeyê di peyam û gotinên xwe de gef li deverên navborî xwarine û sînyala êrîşan dane. Budak da zanîn ku Tirkiye nemaze êrîşî cihên sivîlan, santralên ceyranê û cihên hewcedariyên rojane yên xelkê lê tên dabînkirin dike û wiha got: “Tirkiye her li ber PKK’ê nikare di êrîşên de serkeftî bi destê xwe bixe, jîngehên sivîl dike hedefa xwe.”

Budak diyar kir ku siyaseta ku Tirkiye bi rê ve dibe li ser “bêehlaqiyê” û “derewan” dike û wiha got: “Nemaze polîtîkaya ku Erdogan li Rojhilata Navîn bi rê ve dibe, polîtîkayek durû ye. Di destekî wî de Qurana Kerîm heye û dibêje, ‘xwişk û birayên min î misilman’ û li aliyekî jî êrîşên Îsraîlê şermezar dike û li aliyekî jî her roj heman tiştî tîne serê Kurdistanê. Erdogan li rojavayê Kurdistanê mizgeft, dibistan, nexweşxane û tesîsên avê bombebaran dike. Van tiştên ku dike ji bo xwe rewa dibîne û lê dema hinek din heman tiştî dikin wan bi sûcê şer pênase dike. Tirkiye bi pêşengiya Erdogan êrîşî Mexmûrê dike. Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kurdistanê 300 qat ji êrîşên Hamas û Îsraîlê zêdetir in.”

Dijwarkirina tecrîda li Îmraliyê nîşaneya israrkirina şer e

Budak destnîşan kir ku nemaze Tirkiye di 20 salên dawî de bi serkêşiya Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan polîtîkaya tunekirina kurdan bi rê ve dibe û wiha got: “Gelek caran muzakereyên ji bo aştiyê hatin kirin, bi destê Erdogan hatin xitimandin. Kurdan xwest şer bi dawî bibe lê Erdogan xwesteka wan nîvco hişt. Tirkiyeyê her tim di şer de israr kir. Dijwarkirina tecrîda li Îmraliyê nîşaneya israrkirina şer e. Ev şer tenê ne parçeyek Kurdistanê dike armanc, ev şer ji bo tunekirina hemû kurdan tê kirin. Divê mirov viya wisa binirxîne.”

Dema tecrîd rabe wê çareserî jî pê re were

Budak bang li kurdan û dostên wan kir û wiha axivî: “Heke em jiyanek bi rûmet bixwazin divê ewilî armanca me rakirina tecrîdê be. Heta ku tecrîda li Îmraliyê ranebe û birêz Abdullah Ocalan azad nebe, wê li Rojhilata Navîn tu aştî pêk neyê. Çareseriya alozî û krîzên li Rojhilata Navîn bi azadiya birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Heke em tecrîda li Îmraliyê rakin, em ê dikaribin van êrîşan jî bidin qedandin. Dema tecrîd rabe wê çareserî jî pê re were. Ji bilî vê tu rêyek din nîn e. Heke tecrîd bê rakirin wê di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de kurd nebin mijara bazariyê. Li şûna bazariyê wê kurd li ser maseyê bin. Wê kurd di sedsala nû de bibin xwedî gotin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar