Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Tirkiye hewl dide li ser xaka kurdan giravên tirk ava bike’

Êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojava, başûr û bakurê Kurdistanê bênavber didomin. Dewleta tirk a ku gelek herêmên Rojava dagir kirin, ji bo mayindebûna xwe û parçekirina kurdan, li gel revandin, kuştin, îşkencekirin û hwd. di heman demê de bi awayeke vekirî demografyaya herêmê diguherîne. Di vê çarçoveyê de bi sedhezaran çete û malbatên wan ên ji deverên cuda yên cîhanê li herêmên Efrîn, Ezaz, Cerablus, Bab, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih dike. Ji ber vê polîtîkayê nifûsa kurdan a li van herêman gelek kêm bûye.

Li gorî raporeke Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, ji dagirkirina Efrînê heta niha nifûsa kurdan ji sedî 98’an daketiye ji sedî 34.8’an. Di heman raporê de tê destnîşankirin ku nifûsa ereban jî derketiye ji sedî 65.20’an. Heman rewş li Cerablus, Ezaz û Babê jî çêbû. Piştî êrîşên deweleta tirk û çeteyên wê, 196 gundên kurdan hatin valakirin û ji sedî 40’ê nifûsa kurdan hat sirgûnkirin. Li şûna kurdan jî çete û malbatên wan ên ji Heleb, Dêrazorê, Idlibê û kirgiz, uygur û tirkmenên li deverên cuda yên cîhanê li van herêman hatin bicihkirin.

Li Bedlîs û Erzînganê jî tirk hatin bicihkirin

Çend roj berê jî di vê çarçoveyê de 151 wesayîtên ku ji çete û malbatên wan pêk dihat, ji Cerablusê veguhestin Gre Spî. Di sala 2015’an de jî piştî serdana serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan a Ukraynayê, 677 malbatên tirkên ahiskayî li Erzîngan û Bedlîsê hatibûn bicihkirin. Ji van malbatan 605 jê li Erzînganê û 72 jî li Bedlîsê hatibûn bicihkirin.

‘Dixwazin giravên tirk ava bikin’

Têkildarî mijarê dîroknas Namik Kemal Dînç ji MA’yê bi Idrîs Sayilgan û Nacî Kaya re axivî. Dînç diyar kir ku di sala 2006’an de bi nûkirina qanûnekî mejiyê meskenyarbûn û koçberiyê careke din ketiye dewrê û wiha domand: “Di sala 2015’an de polîtîkayên koçberî û guherandina demografyayê careke din ketin dewrê. Weke hedef jî Erzgîngan û Bedlîs hatin hilbijartin. Bi vê polîtîkayê dixwazin li herêmên hundir giravên tirk ava bikin.”

‘Kurdan ji xaka wan dûr dixînin’

Dînç diyar kir ku bi guherandina demografyaya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jî kembera erebî ya sala 1960’an hatiye nûjenkirin û wiha got: “Hem li nava xaka Rojava û hem jî li ya Bakur ev polîtîka didome. Koçberên Sûriyeyê li xeta Gurgum û Rihayê bi cih dike û hewl dide nîfusa kurdan a li van deveran kêm bike. Bi vê yekê kurdan koçî rojava Tirkiyeyê dike û wan ji axa wan dûr dixe. Tirkiye li herêmê polîtîkayên tirkîtî, osmanîtî û îslamîtiyê bi hev re dimeşîne.”

Herî dawî jî Dînç ev tişt anî ziman: “Guherandina demografyaya herêmê piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê weke sûcê mîrovahiyê hatiye qebûlkirin û Tirkiye vî sûcî dike. Lê mixabin vê yekê li ber çavên cîhanê dike. Bi vê polîtîkayê re tovê pirsgirêkên nû tê çandin. Ev çareserî nîne. Heke hêzên navneteweyî bi adilane nêzî pirsgirêkê bibin, dê çareserî pêk bê. Divê kurd li dijî van lîstikan yekitiya xwe xurt bikin û hêza xwe zêde bikin. Bi vî awayî kurd dê bikarin destkeftiyen xwe biparezin. Bi yekitiyê re dikarin van polîtîkayan têk bibin. Ji bo ku kurd bibin xwedî statû divê bibin xwedî hêz.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar