Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Tirkiye ji fikir û felsefeya Rêber Apo ditirse’

Çalakvanên Ranyayî bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan û gotin: “Dewleta tirk a dagirker ji fikir, raman û felsefeya Rêber Apo ditirsin û dizanin ku ger fikir û felsefeya Rêbertî bigihijin gelê me wê ji bo têkoşîna azadiyê, carek din cesaretê bide gelê me.”

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 24 salin di girtîgeha Îmraliyê de ye zêdetirî 24 mehin tu agahî jê nayê girtin û rê nayê dayîn parêzer û malbata wî pêre hevdîtinê bikin. Li her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bi sedan kampanya û çalakî têne lidarxistin û berdewamin.

Komîteya PêşîlêgirtinaÎşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê di navbera 20-29’ê îlonê de li Tirkiyeyê hin hevdîtin pêkanî û di vê çarçoveyê de jî serdana Girtîgeha Îmraliyê kir. Komîteya Pêşî Lêgirtina li Îşkenceyê (CPT), rapora xwe ya 32’yemîn a giştî ya 1-31’ê çileya sala 2022’yan weşand. CPT’yê, di raporê de diyar kir ku serdan li Girtîgeha Îmraliyê kiriye lê têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim tu agahî neda.

Li gel berdewambûna kampanyayên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, welatiyên Hewlêrê piştgiriya xwe ji bo kampanyayan nîşan dan û girtina Rêber Ocalan wek ne dadperweriya beramberî Gelê Kurd û mirovahiyê dibînin.

Çalakvanên sivîl ên bajarokê Ranyayê ya navenda îdareya Raperînê di derbarê tecrîda girankirî ya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku her ku diçe girantir dibe, ji Rojnews’ê re axivîn.

Çalakvanê sivîl Feqî Mihemed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku azadiya Rêber Apo di vê pêvajoyê de ji bo gelê kurd, bi giştî gelên bindest û yên herêmê pêwîstiyek e û wiha got: “Ger Rêber Apo azad bibe, wê rewşa gelê kurd û herêmê baştir bike. Ji bo wê pêwîstiya me bi azadiya Rêber Apo heye. Bang li hemû mirovên azadîxwaz û bi şeref, rêxistinên mafê mirovan, neteweyên yekbûyî û pêşengên kurdan dikin, divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn were kirin. Ji ber ku tiştekî berovajî mafên mirovan nekiriye, lê daxwaza azadî û mafên netewa xwe dike.”

Her wiha çalakvan Destan Elî derbarê heman mijarê de destnîşan kir ku divê her kesek azadîxwaz ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşîn û xebat bike û wiha pê de çû: “Ji ber ku Rêbertî ne tenê di warê siyasî de, di warê civakî de jî gelek pirtûk nivîsandiye. Erkê me hemûyane ku ji bo azadiya Rêber Apo hewl bidin. Em weke gelê kurd daxwaza hemû mafên gelê xwe û azadiya hemû girtiyan dikin, di destpêka hemûyan de azadiya Rêber Ocalan dixwazin. Ji ber ku ev xeyalê hemû gelê kurde ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi çavê xwe bibînin.”

Destan Elî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dewleta tirk a dagirker ne tenê berovajî yasayên cihanê, navneteweyî û mafên mirovan, di heman demê de berovajî destûra bingehîn û yasayên xwe tevdigere û tecrîdek giran li birêz Ocalan ferz kiriye û wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk a dagirker ji fikir, raman û felsefeya Rêber Apo ditirsin û dizanin ku ger fikir û felsefeya Rêbertî bigihijin gelê me wê ji bo têkoşîna azadiyê, carek din cesaretê bide gelê me.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar