Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tirkiye ku li Sûriyeyê negihişt armanca xwe çav berda Lîbyayê

Di ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê re 9 sal borîn. Di şerê navxweyi yê li Sûriyeyê de Tirkiye her tim bi awayekî veşarî xwest li Sûriyeyê bibe xwedî par. Piştî bi destê komên çekdar li Sûriyeyê negihişt armanca xwe vê carê TSK’ê bi tang, top û balafiran li dijî Efrînê di çileya 2018’an de şer kir û di 18’ê adarê de ketin Efrînê. Salek şûnde dîsa TSK û OSO/MSO di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî Serêkaniyê û Girê Spî şer kir û ketin Serêkaniyê û Girê Spî. Lê piştî ku Tirkiye tişta dixwest li Sûriyeyê bi dest nexist vê carê berê xwe da Lîbyayê. Piştî ku Tirkiye çav berda Lîbyayê, DYA, Rûsya û Hêzên Ewropayê jî bi hevre ketin axa Lîblayê û hatin beramberî hev. Tirkiye li aliyekî amadekariya êrîş û şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, li aliyê din dixwaze li Libya çavkaniyên petrolê bi dest bixin. Geşedanên li Sûriye û Lîbyayê bûye sedem ku li Rojhilata Navîn û xeta Bakurê Efrîkayê geşedanên siyasî û leşkerî pêş dikevin. Geşedanên ku li Libyayê pêş bikevin û di nava Misir û Tirkiyeyê de pêş bikevin dê bandora xwe li ser Sûriyeyê jî bike.

Encamên civîna di 25’ê Hezîrana 2019’an de li Îsraîlê di navbera Rûsya û DYA’yê de pêk hat, bandora xwe li ser herêmê dike. Komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan di encama peymanê de ketin bajarên Serêkanîye û Girê Spî. Piştî Tirkiye ket Rojava DYA hêzên xwe ji Kobanê, Reqqa, Minbiç, Tebka û Eyn Îsa vekişand. Piştî DYA hêza xwe vekişand, Rûsya hêza xwe li vir bi cih kir. Tê diyar kirin ku Tirkiye tenê bi van êrîşan nayê ser û di demên pêş de plan dike ku êrîşên nû pêk bîne.

Tê armanckirin ku peymana di navbera DYA û Rûsyayê de bi navbênkariya Îsraîlê pêk hat li Libyayê têxin meriyetê. Lê rewşa jeopolîtîk a Lîbyayê û aktorên wê ji Sûriyeyê cudatir in. Piştî NATO li Libyayê aşkera piştgirî da Tirkiye ya aşkera piştgiriyê dide Hêzên Mutabakat ê Neteweyî (UMH), hewaya elehê Hêzên Halife Hafter ji nişka ve berovajî bû. Hêzên Mutabakat ên Neteweyî ku li Trablusê hatin asêkirin, hindik mabû ku ji Libyayê derkeve, senaryoya ku DYA li Sûriyeyê lîst, vê carê Rûsya heman senaryo li Libyayê lîst. Rûsya xwe ji derdora Trablus, Barageha Vattiye, Tarhuna, Zintan, Zvara, Assa, Benî Velid xwe kişand û destûr da ku UMH lê bi cih bibe. Piştî destê Tirkiyeyê li Libyayê bi hêz bû jî xwest li bajarê Sirte û Cufrayê bi cih bibe. Li herdu bajaran jî cihê xetên petrol û enerjiyê lê zêde ye.

Di hefteyên dawî de di navbera hêzên UMH û Artêşa Neteweyî ya Libyayê ya girêdayî Halîfe Hafter de şer zêde dibe. Tirkiye di bicihbûna Sirte û Cufra de israr bike vê carê Misirê li hemberî xwe dibîne. Dîsa Fransa û Erebistana Sûûdî û Emîriyên Ereb ên Yekbûyî, Îsraîl, Yewnenistan û Bakurê Kibrisê wekî eniyekî cuda li Libyayê piştgiriyê didin artêşa Halîfe Hefterê.

Tirkiye ku li Sûriyeyê petrol û enerjiya bi dest nexist dixwaze li Libyayê bi dest bixe. Lê vê carê Misir, welatên Ereb û Fransa li hemberî xwe dibîne. Çavkanî: Ajansa Mezopotanyayê – Nazim Daştan / QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar