Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayyan Abdulganî têkildarî destpêkirina îxrackirina petrola Herêma Federe ya Kurdistanê daxûyanî da. Hayyan, da zanîn ku têkildarî îxrackirina petrola Herêma Federe ya Kurdistanê li bendê ne ku şandeyeke ji Tirkiyeyê bê serdana Iraqê.
Hayyan Abdulganî, destnîşan kir ku Tirkiye sedema destpênekirina îxrackirina petrola Herêma Kurdistanê weke erdhejê nîşan dide.
Endamê Komîsyona Petrol û Gazê yê Parlamentoya Iraqê Kazim Turkî jî têkildarî mijarê wiha got: “Tirkiye nerihete ku dê tazmînata 1,5 milyar dolaran bide. Tirkiye, îxrackirina petrolê li dijî Bexdayê weke amûrekî zextê bi kar tîne.”