Ji pisporên Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz diyar kir ku êrîşên li dijî noqteyên kontrolê yên Tirkiyeyê bi erêkirina Rûsyayê pêk hatine. Pekoz anî ziman ku Rûsyayê peyamekî vekirî daye dewleta tirk û piştî Idlibê jî dê destwerdana Efrînê bike. Pekoz ev nirxandin kir: “Tirkiye di rewşeke gelek zehmet de ye. Di hêla dîplomasiyê de êdî nikare xwe bilivîne.”
Operasyona rejîma Sûriyayê ya li hemberî bajarê Idlibê ku di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) ku girêdayî dewleta tirk de ye, didome. Têkildarî geşedanên dawî, pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Ferhat Çelîk re axivî.
Mustafa Pekoz anî ziman ku dewleta tirk tu sozên xwe yên ji bo Idlibê pêk ne anîne û wiha domand: “Li ser israra Moskovê du hefte berê Şamê agirbest ragihand. Piştî vê agirbestê jî Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Rûsyayê Alksander Lavrentîev daxuyanî da û got; ‘Ji bo rêxistinên îslamîparêz ên tundrew çekan berdin û rêyên M5-M4’ê vekin, berpirsiyarî ya Enqereyê ye.’ Ji ber ku Tirkiyeyê tu gav neavêtin, agirbest tenê 2 rojan dom kir. Piştre jî li Idlibê operasyonê dest pê kir. Êdî tu manewrayekî ku Enqere bikare li Idlibê bike nemaye. Têkiliyên di navbera Enqere û Moskovê de, têkiliyên kûr nînin. Tenê li gorî konjokturê diyar dibin. Dibe ku ev têkilî jinişkanve biguherin. Her çiqas ji ber S-400’an nêzî hev bibin jî, ev têkiliyekî stratejîk nîne.”
Têkçûna li Xan Şeyhûnê
Di berdewamê de jî Pekoz ev tişt anî ziman: “Rejîma Sûriyeyê bajaroka Xan Şeyxûnê bi dest xist. Ev jî ji bo şerê Idlibê gelek mihûme. HTŞ, herî zêde li Xan Şeyxûnê bihêz bû. Her wiha ev der nêzî Hemayê ye û li ser korîdora ber bi herêma Latîkyayê ve ye. Hêzên îslamîparêz ên tundrew hêzeke mezin li Xan Şeyxûnê bi cih kiribûn. Di gotin qey dê ji cihekî dûr ve rê li ber artêşa Şamê û milîsên wê bigirin. Bi vê yekê dixwestin pêşî li artêşa Şamê bigirin û şerê heyî ji navenda Idlibê dûr bigirin. Her wiha otobana M-5 ku Heleb-Hema-Şamê bi hev ve girê dide piştî Hemayê li bajaroka Xan Şeyxûnê ye. Lewre kontrolkirina vê navçeyê pir girîng bû. Bi qasî bandorekî leşkerî, bandorekî mezin a derûnî jî li rêxistinên îslamîst kir.”
Armanca rejîma Sûriyeyê
Pekoz diyar kir ku piştî Xan Şeyxûnê dê artêşa Sûriyeyê di demekî kin de navçeya Maarrat Al-Nûyê jî bi dest bixe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xuyaye ku heta kontrola rêyên M-5 û M-4’an dikeve destê rejîmê, rejîm dê operasyona xwe bidomîne. Bi vê yekê re jî herêma sînor a bi Tirkiyeyê re dê bê kontrolkirin. Bi vê yekê re dê navenda Idlibê bê dorpêçkirin asta operasyonê jî kêm bibe. Rejîm dê hewl bide rêxistinên îslamîparêz teslîm bigire. Mîna li Helebê, dê li Idlibê jî ji bo radestgirtinê bang bikin. Ger wisa nebe, dê li navenda Idlibê amadekariyên operasyoneke berfireh bên kirin.”
‘Piştî Idlibê dor tê Efrînê’
Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: “Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ji sînorê Efrînê heta Heleb-Hema-Latîkyayê û sînorê Idlibê gelek noqteyên çavdêriyê ava kirine. Bi vê yekê dixwestin ku herêmên pevçûn lê hene kontrol bikin. Lê negihiştin armanca xwe. Ev noqteye ji ber ku li gorî armanca xwe tevnegeriyan, ketin rewşeke derqanûnî. Ji ber vê ye ku tu wateyekî leşkerî û polîtîk a noqteyên çavderiyê yên Tirkiyeyê nemaye. Êrîşên li ser noqteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê belasebep nebûn. Haya Moskovê ji van êrîşan hebû û bi erêkirina wan pêk hatin. Ev ji bo Enqereyê hişyariyeke micid bû. Dibe piştî demekê Enqere dev ji van noqteyên çavdêriyê berde. Dê şerê li Idlibê raste rast bandorê li Efrîn û Babê jî bike. Rûsya ji ber Şam di nav de cih nagire, bi temamî li dijî ‘Plana herêma Biewle’ ye. Ji bo vê yekê hişyarî dan. Ev hişyarî ji bo Enqereyê ye. Rûsya piştî Idlibê, teqez dê ji bo Efrîn û Babê bikeve nava hewldanan. Enqere bi rewşeke pir zehmet re rû bi rû ye. Di navbera Rûsya-DYA’yê de asê maye. Em dikarin bibêjin ku di hêla dîplomasiyê de nikare xwe bilivîne.” STENBOL