Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Tirkiye sûcê şer dike’

Sekreterê Şaxa ÇHD’ê ya Îzmîr Erdogan Akdogdû, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: “Gava em li artêş û rêbazên ku Tirkiye bi kar tîne dinerin, aşkera ye ku li vira sûcekî şer tê kirin û li hemberî gelên Rojava hewldaneke ji bo komkujiyê heye.”

Nerazîbûn û bertekên li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Sekreterê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) a Îzmîrê ku bi KHK’ê hat girtin Erdogan Akdogdû diyar kir ku ew li dijî şer in û nerazîbûnên xwe bilêv kir.

Akdogdû destnîşan kir ku Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan û îktîdara siyasî nikare welat bi rê ve bibe û got ku bi polîtîkayên şer rojevê diguherînin. Akdogdû anî ziman ku Tirkiye dixwaze bi şer destkeftiyên Rojavayê ji holê rabike û wiha got: “Her diçe krîza aborî ya li Tirkiyeyê kûrtir dibe. Niha gelek sazî û dezgeh bi dewleteke ku nikare bixebite re rû bi rû mane. Her diçe ev beloqtir dibe. Êdî mirov li ber meclîsê û li kuçeyan xwe dişewitînin.”

‘Sûcê şer’

Akdogdû destnîşan kir ku li Rojavayê di serî de gelê kurd û bi giştî tevahiya kesên bindest têdikoşin û wiha got: “Rayedarên hikûmetê dibêjin ’em li hemberî terorê têdikoşin.’ Lê her kes dizane Tirkiye li wir li hemberî gelê kurd têdikoşe. Di vî şerî de ligel kesên ji nav El-Qaîde û El Nûsrayê anîne û di bin navê ‘Artêşa Netewî ya Sûriyeyê’ de şer dike. Piraniya van kesan sûcdarên şer in. Di warê hiqûqî de Tirkiye sûcê şer dike. Çimkî diviya ev kes bên darizandin û zevtkirin. Gotinên Wezîrê Karên Derve Suleyman Soylû yên derbarê çeteyên DAIŞ’ê de li holê ne. Îjar gava em li artêş û rêbazên ku Tirkiye bi kar tîne dinerin, aşkera ye ku li vira sûcekî şer tê kirin û li hemberî gelên Rojavayê hewldaneke ji bo komkujiyê heye.”

Akdogdû destnîşan kir ku divê her kes li dijî vî şerî derkeve û rawestîne. ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar