Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Tirkiye Tawanbarên Şer Diparêze!

Tevî ku tevahî cihan têkilî û hevkariya dewleta tirk, DAIŞ û OSO ya di sûcê dijî mirovahiyê de dizane jî ji ber berjewendiyên xwe van têkilî û sûcan ji nedîtî ve tên û dibin hevkarên vê sûcê mirovahiyê. Tirkiye jî bi aşkereyî tewanbarên şer diparêze.

Di roja îroyîn de, tawanên şer ên ku ji aliyê DAIŞ’ê û çeteyên wek wê ve hatine kirin ên ku tarîtî û hişmendiya koledariyê di serî de li erdnîgariya kurdan, li ser gelên li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li ser jinan ferz dikin hîna jî di rojeva cihanê de ne û di bîra civakî de cihê xwe diparêzin. Ev tawanên ku li hemberî mirovahiyê hatine kirin û hevkarên van tawanan jî dîsa ji aliyê raya giştî ya cihanê ve baş tên zanîn.

Di serî de kurd, bi pêşengiya gelên Sûriyeyê, di şûna pergala siyasî ya heyî de bi veguherîneke dîrokî-civakî, pergaleke demokratîk û xweser hat avakirin. Bi taybetî jî ligel gef, êrîş û ambargoyên Tirkiyeyê yên li hemberî herêmê jî, di şûna daraza Rejîma Baasê ya ku bi kodên yekparêz û mêrsalar hatiye honandin de, pergala dadê ya civakî bi pêşengiya jinan tê sepandin û bi pêş dikeve. Jina ku hêza pêşeng a Şoreşa Rojava ye ji aliyekî ve rêxistinbûyîna xwe ya xweser didomînin, ji aliyê din ve jî nêrîna jinan dixin navenda çareseriya pirsgirêkên civakî yên rojane û ji bo tevahiya jinên cihanê jî dibin xwedza/îlham. Vê hêza civakî ya rêxistinbûyî ya ku derketiye holê di heman demê de dibe sedema bingehîn a polîtîkayên dijminane yên bloka desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê yên li hemberî jinên pêşeng ên gelê kurd, Rojava û Şoreşa Rojava. Çeteyên ASA’yê (OSO) yên ku bermahî û peyrewên DAIŞ’ê ne, her wekî ku di nûsafên sazî û rêxistinên wek Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan de jî bi awayekî zelal hatine îsbatkirin ku di serî de li Efrînê, li Serê Kaniyê û Girê Spî, li gelek cihan, di serî de li hemberî jinan, li hemberî gelê kurd tawanên giran û vekirî pêk anîne, bi gelek caran hatiye kirpandin ku Tirkiye jî ji van tawanan berpirsiyar e. Lê bloka faşîst a AKP û MHP’yê, ligel tevahiya van tawanan jî, tu lêpirsîn nedaye destpêkirin, berovajiyê wê, ji bo “qirkirina” ku tê xwestin, piştgirî daye şerê van çeteyan ê li hemberî kurdan.

Ligel tevahiya tawanên li hemberî mirovahiyê yên ku endamên çeteykên ASA’yê pêk anîne û ev tawan bi nûsafên sazî û dezgehên navneteweyî yên ku Tirkiye jî endam û alîgirê wan e hatine îsbatkirin jî, bi awayekî hêsan dikarin werin Tirkiyeyê û herin, li vê derê li gor dilê xwe tevbigerin, tu lêpirsînek li wan venabe, heta dikarin herin zanîngehan û wan zanîngehan kuta bikin. Ev yek asta têkiliyên di navbera endamên van çeteyan û bloka desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’yê jî derdixe holê. Gelek mînakên din ên vê rewşê hene. Bi taybetî jî serokê rêxistina Ahrar-uş Şarkiyye ya ku endamê ASA’yê ye û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye diyarkirin ku “tawanên şer” pêk aniye, Ebu Hatem Şakra, Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê kuta kiriye û dîmenên vê yekê jî delîlên berbiçav û şênber ên hevkariya di tawanê de ya AKP, DAIŞ û ASA’yê ye.

Ebu Hatem Şakrayê tawanbarê şer ê ku serokê rêxistina Ahrar-uş Şarkiyye ye, Sekretera Giştî ya Partiya Dahatûyê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef di rêyeke navneteweyî de ji siwareya wê bi darê zorê derxistiye û qetil kiriye. Bêguman ev êrîş, di şexsê Hevrîn Xelefê de li hemberî Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinan li Rojava bi pêş ketiye, hatiye kirin. Tawanbarekî şer bi qasî ku bikaribe zanîngehekê kuta bike hatiye ‘parastin’. Ev yek jî asta têkiliya di navbera tawanbarên şer û bloka faşîst a AKP û MHP’yê de nîşan dide. Beşdarkirina tawanbarên şer a bi vî awayî ya qada giştî nîşan dide ku dibe ku di saziyên giştî yên din de jî gelek kiryarên tawanên li hemberî mirovahiyê hebin.

Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’yê ya serdema borî, bi hilbijartinên 14’ê Gulanê eniya faşîzmê hinekî din berfireh kiriye. Bi pêkutî û binçavkirinên beriya hilbijartinan û piştî hilbijartinann ên ku di serî de li hemberî jinên ku pêşengên têkoşîna azadiya jinan ne, li hemberî tevahiya hêzên muxalîf hatine kirin desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’yê diyar kiriye ku dê hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê li hemberî gelan di rêyeke çawa de bimeşe.

Bloka faşîst a AKP û MHP’yê ya ku xwediyê polîtîkayên ku dijminên jinan in ji bo darizandina tawanbarên şer dibe asteng, tawanbarên şer diparêze û bi taybetî jî pozîsyona xwe ya heyî ya ku li dijî peymanên navneteweyî, yên ku ew bixwe jî alîgir e, tevdigere, hêzdar dike.

Parastina tawanbarekî şer ê li Tirkiyeyê, yê ku siyasetmedareke jin a sîvîl û bê çek, Hevrîn Xelef qetil kiriye, pirsên wek ‘Gelo tawanbarên şer ên din jî ketine nava qadên giştî?’, ‘Heke polîtîkayeke bi pergal a beşdarkirina wan a qadên giştî hebe, armanca bloka faşîst bi vê yekê çi ye?’ tîne bîra mirov.

Ev banga me ya li tevahiya saziyên navneteweyî yên ku Tirkiye tê de bûye alîgir, tevgerên jinên cihanê yên ku ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin û saziyên civakî yên sîvîl ên li Tirkiyeyê ye!

Şoreşa Rojava awayekî şênber ê felsefeya ku hêza rêxistinbûyî û mîsyona pêşengiyê ya jinan a di têkoşîna azadiyê de derdixe holê û xeyala neteweyeke demokratîk disepîne ye. Modela ku Şoreşa Rojava hîna jî ava dike, ji bo tevahiya gelên cîhanê îsbat kiriye ku dikare ji bo jinan, zarokan, ciwanan û gelên li Rojhilata Navîn bibe Rêya Sêyemîn û Modela Çareseriyê. Ji bo parastina vê modelê û Şoreşa Rojava ya ji hemû cure êrîşên bloka faşîst a AKP û MHP’yê ya li Tirkiyeyê û hevkarên wê yên qirêjî, hiqûqa navneteweyî bisepînin!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar