Leşkerên dewleta tirk û komên wê yên çete, li gundê Qestel Cîndo yê navçeya Şera ya Efrînê Tirba Şêx Hemîd ku ji bo êzidiyan cihekî pîroz e, hilweşandin
Li Efrînê, êrîşên qirkirinê yên artêş û çeteyên dewleta tirk didomin.
Dewleta tirk ku heta niha gelek cih û berhemên ji mîrateya çandî ya cîhanê hilweşandiye, li gundê Qestel Cîndo yê navçeya Şera ya Efrînê Tirba Şêx Hemîd jî xera kir. Tirba Şêx Hemîd cihekî pîroz ê civaka êzidî ye.
Artêşa tirk a dagirker û komên wê yên çete, ne cara yekê ye ku deverên dîrokî û pîroz li Efrînê hildiweşînin.
Piştî ku Efrîn dagir kirin, Tirba Şêx Berekat a li Eyn Darayê, Tirba Qere Cîrne ya li gundê Meydankê û Tirba Şêx Adî ya li gundê Qîbarê ku ji bo êzidiyan cihên pîroz in, ji aliyê leşker û çeteyên tirk ve hatibûn hilweşandin. EFRÎN