Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Tirkiye û PDK li herêma Behdînan xwe ji bo şerekî mezin amade dikin!

Li gorî biryara di hevdîtina Erdogan û Barzanî de hat zanîn ku eger Iraq û hêzên din ên NATO’yê razî bibin dê li Herêma Behdînan a başûrê Kurdistanê li dijî hêzên gerîla şerekî mezin were destpêkirin.

Di demeke ku nîqaşên li ser hevdîtina Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan û Serokwezîrê Herêma Federal ê KDP’î Mesrûr Barzanî ya li Enqereyê dewam dike de, Îstîxbarata tirk û KDP’ê di van hefteyên dawî de qereqol û baregehên nû yên li herêma Soran û Qendîlê ku nû ava kirine de amadekariya şerekî mezin dike.

Komîteya tirk û çarenûsa PDK’ê

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer ketine destê me, hat gotin ku piştî ku Mesrûr Barzanî ji Enqereyê vegeriya, şandeke MÎT, Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Derva ku ji 12 kesan pêk tê li Hewlêrê hefteyekê bûn mêvanê Mesrûr û Mesut Barzanî. Heman çavkaniyê pêbawer ragihand ku şande vegeriya di 3’ê tîrmehê de bi beşdariya Mesûd Barzanî, Musteşariya îstixbarat û serbazên bilind ên PDKê civîneke lijneya navendî li dar xist. Di civînê de hat ragihandin ku wê di pêşerojê de li herêmê şerekî mezin rû bide û çarenûsa PDK’ê bi vî şerî ve girêdayî ye.

Nêçîrvan û Erdogan wê derkevin tûra razîkirinê

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Erdogan wê di rojên pêş de serdana hikûmeta navendî ya Iraqê bike da ku wan qanî bike. Ji bo destûr bidin ku dest bi operasyona berfireh bike û her wiha li ser petrol, bazirganî, Wargeha Mexmûr û Şengalê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de biaxive. Hate hînbûn ku dê li gorî encamên Bexdayê wê serdana Hewlêrê jî bike an na diyar dibe. Li aliyê din jî wê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo qanîkirinê biçe serdana hêzên din ên NATO’yê bi taybetî jî Almanya, Îngilistan û Fransayê.

Xebexşên Îslami û Partiya Pizutneweyî beşdarî xeta xayîntiyê dibin

Hat diyarkirin ku ger di çarçoveya plana Erdogan PDK’ê rast bimeşe, dê Xebexşên Îslami û Partiya Pizutneweyî (Îrfanî-Îrfan Ebdulezîz) jî bi serokatiya Mihemed Hecî Mehdûd bi hev re li kêleka PDK’ê beşdarî vî şerî bibin.

Wê rola Iraqê di vî şerî de çi be?

Hate diyarkirin ku eger navenda Iraqê razî bibe, dê were xwestin ku hêza taybet a Antî-terorê a Iraqê ku ji hezar kesî pêk tê, weke nîşaneya vê yekê ku dê di vî şerî de cih bigire, wê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî û Şengalê dorpêç bikin û zexta xwe zêde bikin.

Helwesta YNK’ê dê çi be?

Li gor zanyariyên ku bi dest ketine, Ji ber ku PDK Û îstîxbara tirk MÎT bi hevre li Silêmanî û taybetî Çemçemal li dijî endamên leşkerî û îstîxbarî yê YNK’ê hewldanên sûîqastê dikin û her wiha şerê di navbera Şoreşgeran ya ser bi îstîxbarata YNK’ê Zanyarî û zehemtkêşan a bi ser îstîxbarata PDK’ê Parastinê ku li rojhilatê Kurdistanê rû dide, helwesta YNK’ê tam ne diyare. Her çiqas YNK raste rast tevlî şer nebe jî wê li gor encamên hevdîtina Erdogan û Nêçîrvan pozîsyon bigre û weke li Zînê Wertê dike wê astengiyan ji yekîneyên Gerîla re derxe û li ser herekêtên Gerîla û xebatên wan wê îstîxbaratê bide MÎT a tirk û PDK’ê.

Îran dê bedeng bimîne?

Hat diyarkirin ku Îran hem ji ber hevdîtinên Astanayê hem jî ji bo parastina pozîsyona xwe ya li herêmê dê li hemberî vê rewşê bêdeng bimîne. Li gorî pêvajoya şerê mijara gotinê, tê texmînkirin ku ew ê polîtîkaya ‘bend û dîtinê’ bişopînin.

Li Behdînan ji bejahî û li Qendîlê hewayî dê êrîş destpê bike

Ji berê ve û di hefteya dawî de li gorî tevgera hêzên girêdayî PDK’ê yên ji herêma Soran heta Diyana, Sidêka, Hewlêr û Zaxo wê li herêma Behdînan hem ji hewayî hem jî ji bejahî ve êrîşî hêzên gerîla bikin. Ji hewayê jî dê êrîşî herêmên Sîdeka, Karox û Qendîlê bikin.

Endamên yekîneya îstixbarata Parastin û Hevalgirî hewl dide li herêmên Behdînan yên wekî herêmên Akrê, Soran, Diyana, Duhok û Zaxo tirsê têxe nav gel û malbat û kesên sempatiya wan li cem hêzên Gerîla heye ji herêmê derxin.

Li aliyê din sala borî PDK’ê xwest rêya Garê heta herêma Qesra Seddam heta Deşta Kafya veke, lê piştî bersivdayîna yekîneyên gerîla neçar ma paşde vekişe. Hate gotin ku dewleta tirk dixwaze PDK’ê li ser vê xetê gelek xalên stratejîk dagir bike û piştre vê rê veke.

Dîsa hin cihên din ên ku dewleta tirk dixwaze PDK dagir bike ev in; Herêma Deşta Niyê li nêzî gundê Keşkava Filla yê Garê, gundê Yekmal û derdora wê li quntara çiyayê Ber Garê û deriyê gundê Herqa ye. Ev her sê qad ji bo kontrolkirina Garê cihên herî bilind û stratejîk in.

Mesût Barzanî yek bi yek serokên eşîr û şêx an re hevdîtinan dike

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, hat zanîn ku Mesûd Barzanî yek bi yek bang li serokên eşîr û şêx ên herêma Akrê, Diyana, Duhok û Soran kiriye û hevdîtin pêk aniye û daxwaz kiriye ku di vî şerî de piştgiriya wan bikin. Li gorî zanyariyên bi dest ketine, hat ragihandin ku Barzanî çend roj berê zêdetirî 150 otombîlên Jip land Croser kiriye û wê li devera Dorê (Barzan) weke ‘diyarî’ bide şêx û serok eşîran.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar