Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tirs koletiyê, wêrekî azadiyê pêş dixe

Dewlet ji bo koletiyê pêş bixe her tim tirsê zêde dike. Di dilê her mirovekî-ê de tirsekê ava dike. Bi vê tirsê mirovan bi xwe ve girê dide. Ji bo karibe tirsê pêş bixe, berî her tiştî şerê taybet pêş dixe. Mirovan ji cih û warên wan dike. Civakê parçe dike. Pîvan û sincê civakî xera dike. Pergala lîbaralîzmê (azad bijî bi tenê bijî, azad bijî rojane bijî, azad bijî nefikire û hwd.) pêş dixe. Betaliyê pêş dixe. Xizaniyê pêş dixe. Ciwanan ji siyasetê dûr dixe. Dixwaze her tim mirov û civakê bi birçîbûnê terbiye bike. Naxwaze welatî bi xwe karê xwe ava bikin. Her tim dixwaze çavên her kesî li karê destê dewletê be. Niha bi deh hezaran ciwan betal in. Bi hezaran ciwanên ku bi salan dibistan û zanîngeh xwendin betal betal digerin. Ciwanên tev li siyasetê dibin têne binçavkirin û girtin. Naxwaze hesab ji do bipirse û siberoja xwe bi rêxistin bike. Ji bo karibe mirovan bi xwe ve girê bide û têxe xizmeta xwe her tim bi şerê taybet pêş dixe. Fikr û hişê ku ‘Welatî her tim mohtacê dewletê’ ne pêş dixe. Dîsa hest û hişê ‘Dewlet nebe welatî nikarin bijîn’ pêş dixe. Ne dihêle welatî bi xwe karên xwe ava bikin, ne jî kar dide. Bi vê yekê welatiyan betal dihêle mohtacê karê xwe dike. Pergala sermayeya kapîtalîst pêş dixe. Ji ber bi sed hezaran mirovan betal dihêle, her kesî mecbûrî keda erzan û bêristiyê dihêle. Yên ku doza keda xwe û mafê xwe yê rêxistinî dike wan ji kar diavêje.

Ciwanan tev li tora tiryakê û fihûşê dikin. Naxwaze ciwan tev li siyasetê bibin. Lê ji bo ciwan tev li karê tiryak, fihûş û diziyê bibin serî li hemû rê û rêbazan didin. Polîs û çawişên pispor li bajarên kurdan esrar û tiryakê belav dikin. Bi taybetî li bajar û navçeyên ku rêveberiya xweser lê pêş ketin tora tiryakê belav dikin. Vê yekê jî bi destê polîs û çawişê pispor dikin. Hêj du hefte berê 4 çawişên pispor ên ku esrar û tiryak ji Licê dibirin Rihayê li navçeya Hîlwanê hatin girtin. 20 roj berê polîsê ku walîtiyê Edeneyê xelat dabû wî tevî tiryakê li Konyayê hat girtin. Mehek berê çawişê pispor ê li Wanê tecawizî zarokên xwendekar kiribû hat girtin. Mirov dikare bi dehan mînakên polîs û çawişên pispor ên li Kurdistanê şerê qirêj û taybet pêş dixin bidin. Dîsa gelek polîsên ku li Kurdistanê ciwanê kurd qetil dikin û nayên darizandin hene. Heta niha polîsan li Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Amed û navçeyên wan bi dehan ciwan kuştin. Lê polîsên ku ciwan qetil kirin, hêj nehatine cezakirin. Lê dijberî wê ciwanên tev li siyasetê dibin ango doza mafê xwe yê aborî, çandî, ziman û siyasetê dikin, têne binçavkirin, girtin û cezakirin. An jî wan ji karê wan dûr dixin.

Dewlet û rayedarên dewletê her tim ji bo ciwanên ku pêşeroja civakê ne bê vîn, bê debar û bê biryar bihêle serî li şerê taybet dide. Li aliyekî tirsekê dixe dilê wan, li aliyê din feraset û hişmendiya azadiya tekakesî û rojane (azadiya bê kok û derewîn) pêş dixe. Ciwanên ku bi tirsa girtin, betalî û bê pîşe mayînê bijîn, nikarin xwe ji tora dewlet û koletiyê rizgar bikin. Kengî ciwan xwe bi rêxistin bikin, bibin xwedî doz û bîrdozî, kengî ciwan karibin bergala dewletê red bikin wê demê dê tirsê jî ji ser xwe biavêjin. Ciwanên ku bê tirsa dewletê bijîn, dê karibin bi xwe pêşeroja xwe jî diyar bikin. Ciwanên ku li sazî, partî û rêxistinên xwe xwedî derkevin dê karibin pêşengiya civakê jî bikin. Ciwanên ku karibin li zanîngehan xwe bi rêxistin bikin û li dijî pergala zanîngehê têkoşîn û doza perwerdehiya demokratîk û zanistî bikin wê demê dê karibin li siberoja xwe xwedî derkevin.

Ciwan û civaka ku bi tirsa ‘Dê dewlet kar nede min, an jî min ji karê biavêje’ bijîn, ciwanên ku bi tirsa ‘Ez doza mafê xwe bikim ez ê bême binçavkirin, girtin’ bijîn, ciwanên ku berê xwe bidin dewletê û heviyê ji dewletê bikin dê nikaribin azad bibin. Ciwanên ku pergala dewletê red nekin û li pergala civakî û demokratîk xwedî dernekevin dê nikaribin azad bijîn.

Îro dema em li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dinêrin, bi deh hezaran ciwan li ser sergoyan çopê kom dikin. Karê komkirina karton û plastîkan dikin. Ji ber kar bi dest naxin karê herî bêtenduristî dikin. Lê dema karker tev bibin yek, xwendekar tev bibin yek, malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ij dest didin tev bibin yek, malbatên ku zarokên wan girtî tev bibin yek û li kolanan an jî saziyên mafên mirovan daxwaza mafê xwe bikin, bi milyonan kurdên koçber bûne doza mafê xwe bikin, malbatên ku zarokên wan bi destê polîs û leşkeran hatine kuştin doza mafê zarokên xwe bikin, wê demê dewlet neçar e dawî li polîtîkayên koletiyê bîne û mafê welatiyan nas bike. Îro kesên ku ji bo mafê xwe diparêzin têne girtin, her çend bedena wan girtî be jî dil û mejiyê wan azad e. Kesên ku li nasname, çand û zimanê xwe xwedî derdikevin û heviyên xwe bi dewletê ve girênadin, her çend bêne binçavkirin, girtin û birçî bimînin jî dil û mejiyê wan her azad e.

Nûçeyên Têkildar