Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Tirs û xweparastin

Bêguman pir dijwar e ku mirov bi hevokek tenê diyardeya tirsê vebêje. Lê belê, gengaz e ku mirov tirsê wekî hestek xeteriya nêz vebêje ku bi îrade û mantiqê nayê kontrolkirin û mirovan teng dike, şîrove bike. Ji dîtina bijîşkî, tirs, hema hema di hemû rewşan de, bi çermê zirav, xwêdan, lerizîn an dil lêdanê tê.

Tirs berî her tiştî rewşek hestyariyê ye ku tendurist e û alîkariya mirovan dike ku, bijîn. Beriya her tiştî, tirs, hem ji bo xwe hem jî ji bo mirovên dora me hişmendî û baldariyê dide me. Çawa ku êş ji bo laş fonksiyonek alarmê ya girîng e, tirs jî wisa ye.

Lê bifikirin hûn wek jineke êvarê yan jî bi şev ji kar tên, ji gerê tên li derva ne û tariye, li dû we mêrek dimeşe ev we dike panîkê, ji ber ku gavên lez nêzî we dibe.

Ev jiyîna tirsê ne normal e. Gelo çima ne normal e? Ji ber ku mafê jinan jî wek yên mêran heye ku, bêtirs derkevin derve, kar bikin, bigerin, kêfxweş bin. Rojane em nûçeyên jinên tên kuştin dixwînin. Jin tên kuştin. Ne tenê bi şev di nava rojê de jî, ji hêla mêran ve tên qetilkirin. Mêr di xwe de wê mafê dibinîn ku êrîşê jinan dikin. Wan dikujin, tacîz dikin an jî tecawîz dikin. Mêr ne tenê mafên serdestiyê di xwe de dibîne, her wiha mafên pêdeviyên jiyana rojane jî di xwe de dibîne û her wiha li ser kesan ferz dike.

Di jiyana rojane de mêr, wek xwedayê afirandî tev digerin, lê nizanin bi xwe, ji hêla jinan ve hatine afirandin. Em li ser rêya dûr û kûr in. Di vê rê de gerek fikr û ramanê mêrê serdest, ji holê rabe. Di nav jiyana rojane de jin rastî tundiya mêran tên. Rastî ne bawermendê, jiyana jinan tên. Ji ber wê ye destdirêjiya nav giyana jinan dikin. An jî jinan dikin. Dema jin gav diavêje, di nav qirêjiya desthilatdariyê de dimine, ev desthilatdarî, ev mêrê xwe nas nake, ji afirandina jinan, xwedawendiya jinan ditirse. Mêrên ku jiyana wan ji rehma jinan destpêkiriye, weke bi xwe afirîbe tevdigere. Weke jinan wî newelidandibe, jiyana serdest ji xwe re ava dike. Ev mêrê wisa tevdigere, ne ji bedena jinan hatiye dinê, ji ber ku ji giyanê bawer nake. Ev mêr ne ev mêr e ku,  jin pêre bijî. Ev mêr ne hevparê giyana jînê û jinan e.

Jiyana ji hundirê malê destpê dike û gav bi gav ber bi kolanan dimeşe. Dûre di rêyan de berdewam dike! Di vê jiyanê de, rojane jin rastî tundiyê tên. Ev jin qîr dike hemû kesên li wir, bêdeng diminîn. Di bin çavên girtî de lê bi dizî nêrin, destavêtin diherike. Ev destavêtin, dibe qîrek jînê. Qîrek bi tirs. Ev tirs û hêrsa ev jin dijî, ne normal e. Divê civak, ji xwe bipirse, li hemberî rewşek wisa çima bêdeng dimîne.

Dema zarok, ciwan derdikevin derva, diçin dibistanê, an jî bi hevalên xwe re digerin, dayik ditirsin.  Çima ditirsin? Ditirsin, ji ber ku dibe rastî êrîşek werin, tiştek were serê zarokên wan.

Jin, zarok, ciwan bi tirsê dijîn. Tirsa ku tiştek were serê wan. Rewşeke ew nikarin kontrol bikin. Jiyanek ji hêla mêran ve tê kontrolkirin û gorî berjewendiyê wan dîzayn dibe.

Meriv dema di rewşek xeter de be, sê reaksiyonên stresê xwe didin der. Yek ji wan rev e. Ya din mayîn û xweparastin e. An jî bi tesîra şoka bûyerê, meriv matmayî dimîne û tu tiştek nake.

Meriv bireve dibe xwe xilas bike. Lê dibe xwe xelas neke jî.

An jî meriv xwe diparêze. Xweparastin tesîrek çêdike. Ji bo wî jî gelek qursên xweparastinê hene. Ev qurs onlîne jî hene. Gelek vîdeo û materyal di derbarê xweparastinê de hene. Bi teknîkên xwe parastinê destpê dike, heya teoriyên li ser xweparastinê didome. Divê herkes wan vîdeoyan bi zarokên xwe re temaşe bike û bi xwe jî, wan teknîkên xweparastinê hîn bibe.

Gorî lêkolînan ji sedî 60 jin di jiyana xwe de rastî tacîza cinsî tên. Ev di kar de, di rê de, otobûs, metrobûs, hwd. rastê tacîza cinsî tên. Bi tesîra medyaya dijîtal êdî haya mirov zû ji bûyeran çêdibe û sûcdar tên teşhîrkirin.

Li ser medyaya dijîtal gelek rûpelên femînîst hene. Ev bandorek pozîtîf li ser ciwanan çêdike. Zêdetir jî li ser ciwanên jenerasyona Z, an jî wek zarokên mîlenyûmê tên binavkirin. Ev nifş, nifşa ji sala 2000’î destpê dike heya roja îro berdewam dike. Zarokên mîlenyûmê xwedan hişyariyek zûne û analîtîk difikirin.

Ez çend roj beriya rastî vîdeoyek ji hêla ciwanek nifşa Z hatibû kişandin ve hatim. Li pêşiya wî xortê jineke ciwan dimeşe, êvar e û tariye. Dema ev jina ciwan dimeşe, diyar e ditirse. Ji ber ku ev xort nêzî wê dibe. Ev jî bi tesîra tirsê çend caran dizivire û li dû xwe dinêre. Dema ew xort baldar dibe ku ev jina ciwan ditirse, derbasê aliyê rêya din dibe. Wê demê ev jina ciwan edî rihet dimeşe, ji ber ku dizane ev kes wê naşopîne. Bê tirs dikare bigere, an jî biçe mala xwe.

Gorî anketa min bi jinan re çêkir, hinek jin ji bo zarokên xwe ditirsin, dê tiştek were serê wan. Lê gelekan behsa xweparastinê kir. Gotin dema em werin şopandin, em ê xwe biparêzin. Piraniya dayikan teknîkê xweparastinê nîşanê zarokên xwe didin, an jî wan dişînin salonên sporê da ku zarokên wan Kickbox an jî sporên xweparastinê hîn bibin. Ev jî rîskê kêm dike.

Jinên ku êvaran an jî bi şev li Tirkiyeyê derkevin derve, ditirsin. Ditirsin, ji ber ku rojane jin li wir tên kuştin, tacîzkirin. Ser bûyeran tên girtin û sûcdar bê ceza tên hiştin.

Yên ku di nav tirsê de dijîn, ne azad in. Pêkû azadî çêbibe divê tirs ji holê rabe. Tirsa mêran ji windakirina serdestiya wan e, tirsa jinan jî xwe ji neparastinê û nerêxistinbûyînê tê. Divê jin mekanîzmayê xweparastinê pêş bixin û xwe bi rêxistin bikin, li mal, li derva, li kar li her qadên jiyanê, hêza xwe bikin yek, azadiya xwe bi dest bixin û civakê biguherînin. Civaka ku zarok û jin bê tirs têde bijîn…

Jin jiyan e, jiyan xweparastin û rêxistinbûyîn e, ev jî azadiyê tine…

Nûçeyên Têkildar