Mînakek din ya qirker a li dijî jinên Kurdistanê, ji aliyê dagirkerên Îranê ve pêk hat.
Jina ciwan a bi navê Mahsa Jîna Emînî ya ji Rojhilatê, ji aliyê polîsên bêexlaq ên dewleta Îranê ve, bi şêwaza îşkenceyeke hovane ya li dijî mirovhiyê hat kuştin.
Ev ne mînakeke tenê ye û wisa diyar dibe ku wê ne ya dawî be jî.
Ji ber ku her çar dewletên dagirkerên Kurdisanê, heta niha li dijî jinên Kurdistanê gelek êrîşên wisa dujminkarane pêk anîne.
Mînakên weke Şîrîn Elemhûlî, Hevrîn Xelef, Leyla Qasim, Deniz Poyraz, Sakine Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez û hwd. li ber çavên hemû cîhanê pêk hatin.
Mînakên weke bi hezaran jinên Şingalî yên gelê me yê êzîdî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin, Zeyneb Celaliyan, Aysel Tugluk û hwd.bi sedan jinên ku ji aliyê hêzên dagirker ve hatine revandin an hatine girtin, di zîndanên van dewletên mêtinger de ne, jiyana wan di bin xetera mirinê de ne an jî, agahiyeke zelal li ser jiyana wan nadin malbat û hevalên wan.
Bêgûman ev tirsa van dewletan ne bê wate ye. Tirsa wan; ji fikir, raman, hişmendî û bîrdoziya nûjen a jina kurdistanî ya ku pêşengtiyê ji doz û şoreşa rizgariya gelê Kurdistanê re dike.
Êdî ev bîrdozî, ji warê nezerî û fikrî derbasî warê pratik û kiryariyê bûye. Êdî ev îradeya jina azad li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat gihîştiye asta tevgereke ku êdî bi karê pêşengiya civakê rabû ye.
Jixwe wekê tê zanîn, li Rojavayê di asta şoreşê de pêşengiya jinan tê meşandin. Dibe ku ya herî dagirker û neyarên vê îradeyê û tevgêrê ditirsîne jî, ev pêşketin be.
Ev felsefeya nûjen û hemdemî ya ku ji aliyê Rêber APO ve hatiye afirandin, mîna formulasyona Jin Jiyan Azadî ku ji aliyê raya giştî ve pir zelal hatiye naskirin, vê dirûşmeya ku gihiştiye xwediyê xwe, vê carê bi formulasyona Zen Zendengî Azadî, li Rojhilat û Îranê xwediyê xwe dîtiye!
Va ye, di du hefteyan de diyar dibe ku, jinên kurdistanî û Îranî di çarçova vê felsefe û dirûşmeyê de, li jina kurd Mahsa Jîna Emînî xwedî derketine û li dijî vê dewleta dagirker a xwedî zihniyeta mêrê zordest, rabûne ser piyan.
Hema hema li hemû bajar û qadên Rojhilat û li gel paytext Tehranê li gelek bajarên Îranê jî, di heman çarçoveya mijara gotinê de rabûne xwepêşandanan. Tê gotin ku, ji dema Xumeynî Şah rûxandiye(1979) heta îro, xwepêşandanên wisa yên li dijî rejîma Îranê pêk nehatine.
Cara yekemîn e, di vê astê de dijberiya rejîmê, bi ewqas bang û dirûşmeyên dijwar û watedar pêk tê. Her wiha di vê radeyê de wêneyên Xumeynî û Xamaneyî û rêveberên payebilind tên xwarê û dirandin û şewitandin!
Dikare bi hêsanî were gotin ku şewqa Şoreşa di pêşengiya jinan de ya Rojava, Rojhilat û Îranê jî rohnî dike. Çawa jinên pêşeng, li Rojava bi navê dîn hovîtiya DAIŞ’ê şikandin, dê li Rojhilat jî, bi heman lehengiyê, hovitiya bi navê dîn pergala Îranê jî bişkînin.
Bêgûman li gel hêvîya mezin ên ji vê pêşketina tevgêra jinan a li Rojhilat û Îranê, di nava xwe de xeteran jî dihewîne.
Çawa di têkoşîna li dijî şahinşahiyê de, Xumeynî, bi kêsperestiyek û konevaniyeke kûr, têkoşîna hemû hêzên şoreşger û demokrat ên kurdî û hemû pêkhateyên din, xist xizmeta doza xwe ya “Inqilaba Islami”, her wiha heman xetereke wisa, dikare vê carê ji aliyê hegemonên cîhanî were serê vê têkoşîna bi rûmet û zêrînî ya jinên berxwedêr jî.
Lewma hişyarî û hostatiyeke xurt, ji pêşketina vê tevgêr û têkoşina jinan re divê. Her wiha ji bo serkeftinê, hewcedarî bi hevkariya tevgera her çar parçeyan heye! Bêguman, divê rola hevkarî û desteka jinên cîhanî-navneteweyî jî neyê jibîrkirin. Jixwe ji niha ve, piştgiriyek hêja ya jinên cîhanî ya berbiçav diyar dike.
Dibe ku aqûbeta DAIŞ’ê û Sedam, di demek nêz de were serê rejîma hov a Îranê jî!