Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Tirsa herî mezin a serdestan Modernîteya Demokratîk e’

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Zelal Bîlgîn da zanîn ku ev 21 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin şert û mercên tecrîdeke giran de ye. Bîlgîn ji 5’ê nîsana 2015’an ve tecrîdeke mutleq li ser Ocalan heye û wiha domand: “Serlêdanên parêzer û ferdên malbatên hemû hatin astengkirin û rê li ber hemû hevdîtinan girtin. Çûyîna hemû şandeyên di dema pêvajoya aştiyê de diçûn Îmraliyê hatin astengkirin.”

‘Tecrîd biryarekî siyasî ye’

Bi domdarî jî Bîlgîn çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven destpêkirin û çalakiyên fedaî yên li girtîgehan bi bîr xist û da zanîn ku dewlet neçar ma ku deriyên Îmraliyê li parêzer û malbata Rêber Ocalan veke. Bîlgîn destnîşan kir ku hêzên serdest ji bo ku polîtîkayên xwe li Rojhilata Navîn bixin meriyetê, di tecrîdkirina Ocalan de israr dikin û wiha dom kir: “Ji 22’yê gulanê ve dewletê hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê bi hincetên sosret red kirin. Mînak, bi cezayên disiplînê dixwazin hemû serlêdanan red bikin. Ev 21 sal in li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Kesekî bi tena serê xwe çawa dikare cezayê disiplînê bigre? Xuyaye ku ne biryarekî hiqûqî, biryarekî siyasî ye.”

‘Êrîş li dijî felsefeya Ocalan e’

Di dewama axaftina xwe de jî Bîlgîn got ku li dijî felsefeya Ocalan êrîş heye û ev nirxandin kir: “Di şexsê birêz Ocalan de li ser gelên Rojhilata Navîn êrîşeke berfireh heye. Ji bo serdest berjewendiyên xwe bidest bixin û polîtîkayên xwe bixin meriyetê di tecrîdê de israr dikin. Serdestan ev polîtîkaya xwe li Idlibê, Efrîn û herêma Kobanê destnîşan kirin. Ji bo berjewendiyên xwe dikarin hemû destkeftiyên gelan qurbanî bikin.”

‘Tirsa herî mezin Modernîteya Demokratîk e’

Herî dawî jî Bîlgîn ev tişt anî ziman: “Ger tecrîd bi dawî bibe, dê gelên Rohilata Navîn bi awayekî azad bikarin xwe bi rê ve bibin û bêhnekê bistînin. Bi vê yekê re wê jiyanek nû û modelek nû bê afirandin. Tirsa herî mezin a serdestan ew e ku Modernîteya Demokratîk li herêmê bikeve pratîkê. Sedema hemû krîzên li Tirkiyeyê tecrîda li ser birêz Ocalan e. Bi tecrîdê re hemû rêyên siyasetê hatine girtin. Tecrîd herî zêde bandorê li jinan dike. Di nêrîna gelê kurd de tu tişt ji birêz Ocalan girîngtir nîne. Heta tecrîd bidome dê tundiya li jinê jî bidome û her demê jin di hedefa dewletê û mêr de be. Birêz Ocalan ji bo têkoşîna jinê têdikoşe. Ji bo vê yekê tecrîd mijareke sereke ya jinane. Ji bo Kurdistanê û demokratîkbûna gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê û ji bo aştiyê û jiyaneke azad, divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Azadiya Birêz Ocalan, temînata aştî û  demokratîkbûyina gelane.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar