Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tiryakî: Dewlet dixwaze pirsgirêka kurd bi rêbazên şer çareser bike

Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka 58 milyon welatiyan e û wiha got: “ Kengê birêz Ocalan biaxive wê çaxê xweşî û çareserî li pêş dikeve.  Heta tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin dê pirsgirêka kurd jî neyê çareserkirin.”  

Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin û ev 30 meh in tu agahî jê nayê girtin. Hevdîtinên malbat û parêzeran bi her awayî hatine qedexekirin. Her çiqas serlêdana hevdîtinan dikin jî lê serlêdanên wan tên redkirin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî yê parêzer tecrîdkirina Ocalan ji ajansa MA’ê re nirxand.

Heta ku tecrîd bi dawî nebe Tirkiye dê nikaribe gavan biavêje’ 

Tiryakî diyar kir ku mînaka herî şênber a nebûna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê ye û got: “Heke em behsa bêhiqûqî, ne demokratîkbûnê û pirsgirêkên kronîk ên li girtîgehên Tirkiyeyê dikin, cihê ku vê yekê dest pê kiriye tecrîda li Îmraliyê ye. Tecrîda li Îmraliyê pêl bi pêl li girtîgehan û piştre jî li tevahiya welêt belav dibe. Heya ku tecrîda daîmî ya li Îmraliyê bidome, pirsgirêkên li girtîgehên Tirkiyeyê ne wê bi dawî bibin û ne jî wê Tirkiye bibe welatekî demokratîk. Pêşî divê pirsgirêka tecrîdê bê çareserkirin. Em di wê baweriyê de ne ku heke pirsgirêka tecrîdê bê çareserkirin, ev jî gav bi gav dikarin bên çareserkirin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe, Tirkiye dê nikaribe gavan biavêje ku bibe welatekî demokratîk, welat dê bi rejîma Rewşa Awarte ya daîmî, siyaseta tundiyê û bêhiqûqiyê were birêvebirin.”

 ‘Tecrîd pirsgirêka 85 milyon mirovan e’

Tiryakî destnîşan kir ku pirsgirêka kurd bi şer û tundiyê û êrîşan nayê çareserkirin û wiha axivî: “Lê dewlet dixwaze pirsgirêka kurd bi rêbazên şer çareser bike. 40 sal in li vî welatî şer diqewime û ev pirsgirêk bi şer nehatiye çareserkirin. Desthilardarî jî dizane ku nikare bi vê rêbaza şer pirsgirêka kurd çareser bike û di siyaseta şer de israr dike. Kengê birêz Ocalan biaxive wê çaxê xweşî û çareserî li pêş dikeve. Ji bo em tecrîdê rakin di heman demê de tê wateya ku gelên me bi awayek hêvî li siberojê binêrin. Her ku tecrîd tê girankirin şer û pevçûn jî dijwar dibin. Lewma tecrîd li vî welatî pirsgirêka 85 milyon mirovan e. Heke tecrîd rabe wê di serî de pirsgirêka aboriya welat û dê gelek pirsgirêkên din bên çareserkirin. Li ser vî esasî divê em bi bîr, bawerî û hêvî bimeşin. Ji bo tecrîd rabe û peyam û dengê birêz Ocalan bigihîje gelê me û gelên din em ê bi awayek cidî li dijî tecrîdê têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar