KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Tîryakî: Em tu carî bêhêvî nebûn em ê bêhêvî nebin

Ruştu Tîryakî diyar kir ku ewê encamê hilbijartinê û pêvajoya rexnekirin û rexnedayinê bi beşdariya gel dewam bikin û got: "Em ê paşeroja ku mafê gelên me ye bi hev re ava bikin, em tu carî bêhêvî nebûn, em ê bêhêvî nebin."

Parlamenterê Êlihê yê Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku ew ê li ser stratejiya rêya 3’yemîn têkoşînê dewam bikin.

Tîryakî ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê li ser dijminatiya li kurdan hate kirin. Tîryakî got, “Ev hilbijartin di asta dîrokî de girîng bûn. Ji bo dîroka Tirkiyeyê karîbû diyarker bûya, ji ber gelek sedeman nebû. Bêguman divê mirov sedemên vê yekê bi demdirêjî nîqaş bikin. Em ê nîqaş bikin.”

‘Pêvajoyek ne baş li ber Tirkiye Kurdistan û Rojhilata Navîn e’

Tîryakî ragihand ku ‘pêşbirka hilbijartinê’ bi fînansmaneke ne wekhev a siyasetê, bi ambargoya çapemeniyê û rejîma Rewşa Awarte pêk hat, bû hilbijartineke ne demokratîk û di encamê de jî bloka desthilatdariyê bi ser ket. Bi dewamî Tîryakî got, “Mixabin paşerojeke baş ne li ber Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Bawer bikin, eger em li dijî van polîtîkayên nijadperest, dijminê jinan û şer tênekoşin, em ê hîn bêhtir bikevin nava şer û xizaniyê.”

‘Azadî û demokrasî tenê bi têkoşînê dibe’

Tîryakî bal kişand ser rewşa bêhêvîtiyê ya piştî hilbijartinê û got, “Divê mirov bi rengekî aşkere bibêje, di tu serdemeke dîrokê de demokratîkbûna welatekî tenê bi hilbijartina 5 salan carekê nebûye. Azadî hemû û civakeke demokratîk di encama têkoşîneke bi berdêlên giran pêk hatine. Em weke partî, haya me ji vê yekê heye. Bêguman me tu hilbijartin biçûk nedît, lê belê me baweriya xwe bi wê jî neanîn ku tenê bi hilbijartinê pirsgirêkên mayinde yên vî welatî bêne çareserkirin. Lewma ji bilî hilbijartinê me têkoşîna civakî kir navenda siyaseta xwe. Dibe  ku sedema helwest û nêzîkatiyeke êrîşkar a li hemberî me ev be.”

‘Em ê rexne û pêşniyarên sazî û gelê me werbigirin’

Tîryakî ragihand ku destpêkê hevserok û hevberdevk li hev kom bûn, piştre wê bi partiyên pêkhate re civîn bêne lidarxistin, dûre bi endamên Meclîsa Partiyê re nîqaş bêne kirin û got, “Ev pêvajo û nîqaş hemû wê di civînên me yên Desteya Rêveberiya Navendî de bêne nîqaşkirin. Li gorî van nîqaşan jî em ê li hemû bajar û navçeyan cihên ku rêxistiniya me lê heye, civînên gel lidar bixin. Em ê rexne û pêşniyarên sazî û gelê me werbigirin. Tevgera siyasî ya ku em temsîla wê dikin, rexnekirin û rexnedayinê ji bo xwe weke şêweyekî jiyanê dibîne, em ê jî vê pêvajoyê bi şêweyê xwe yê jiyana siyasî dewam bikin. Bila kes nekeve nava fikar û gumanan; em ê têkoşîna demokrasiyê mezin bikin. Di serî de li meclîsê em ê li her qadê vê têkoşînê mezin bikin. Em ê paşeroja ku mafê gelên me ye bi hev re ava bikin, em tu carî bêhêvî nebûn, em ê bêhêvî nebin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar