Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Tîryakî: Pergala ku hezar salî ya ereb, tirk û farisan li ser tunekirina kurdan e

Endamê Komeleya Meleyên Amedê Abdûlbarî Tîryakî têkildarî bûyera li Bismilê axivî û banga li hev hatinê li her du malbatan kir û got: “Di piranî pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye. Pergala ku hezar salî ya ereb, tirk û farisan li ser tunekirina kurdan e.”

Li gundê Şidada yê bi ser navçeya Bismilê ya Amedê ve di 15’ê hezîranê de du malbatan li ser erd şer kirin û di encama vî şerî de ji malbata Taş, Serhat, Halîl, Orhan û Mehmet Can Taş û ji malbata Alyamaç jî Emîn û Selîm Alyamaç (bira ne), kurên Selîm Alyamaç ên bi navên Muhammed Alyamaç, Omer Alyamaç û biraziyê wî Yûnûs Alyamaç jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê yekê Endamê Komeleya Meleyên Amedê mele Abdûlbarî Tîryakî banga li hev hatinê li malbatan kir û destnîşan kir ku pêwîste cîranên malbatan û rûspiyên herêmê bi berpirsiyarî tevbigerin.

‘Xwedê emir dike aştiyê çêkin’

Tîryakî bal kişand ser bêdengiya civakê û mezinan û destnîşan kir ku Xwedê emir dike heke di navbera du kes, malbat, gund hwd. dijminahiyek hebe silhê yanî aştiyê çêkin û wiha got: “Xwedê dibêje ku heke aliyek tundiyê li aliyekî bike li hember wan bisekinin û nehêlin ku zilm bê kirin. Di misilmantiyê de bêalîbûn tune ye. Lewma heke hûn di bûyerekê de zilimkar an jî mezlûm nebin pêwîste hûn tenê weke temaşevanan nemînin. Xwedê emir dike ku pêwîste kesên ji xwe re dibêje misilman aştiyê çêbike û aştî emrekî îlahî ye. Heke her du alî fedakarî nekin û aştiyê pêk neynin, weke îro malxirabî çêdibin.”

‘Di piranî pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye’

Tiryakî bal kişand ser pirsgirêkên bi vî rengî yên li welat û got: “Di piranî pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye. Pergal ango dewletê qanûnek derxistiye û dibêje ku ‘ortak paylaşim’ yanî hevparî. Erdê ku pirsgirêk li ser diqewime, li her du gundan par ve dikin û ev parvekirin mala xelkê xerab dike. Ji ber ku her kes dixwaze para wan zêdetir be. Sedem û destpêka van dilmayîn û dijmintiyan ev e. Nû qanûnên efûyê derxistine û erdên malê xizîneyê jî tapû kirine û tevliheviyek çêbûye. Di encama van tiştan de mala du malbatan xerab bû.”

‘Nexweşiya herî mezin û bêderman fesadî ye’

Tiryakî rol û mîsyona derdor û cîranan jî bi bîr xist û diyar kir ku ol emir dike, heke du alî li hev ketin pêwîste bikevin di navbera wan de û wan li hev bînin. Tîryakî bi lêv kir ku heke aliyek zilmê bike divê bi destê wan bê girtin û nehêlin şer û zilm bê kirin û wiha berdewam kir: “Hedîsek pêxemberê me jî heye ku dibêje ‘heke kesek mezlûm be jî alîkariya wê/î bike, heke zilmkar jî be alîkarî bike’. Yanî destê aliyê zilimkar jî bigire û nehêle zilmê bike. Vêca sûcê me û gel çiye? Heke gund an jî bajar be em ji hinek kesan hez nekin, fitne û fesadiyê dixin di navbera wan de. Nexweşiya herî mezin û bêderman fesadî ye. Di Qûrana pîroz de tê gotin ku fitne ji kuştinê xerabtir e. Ji ber ku tu fitne bixî navbera kesan, gelek kes bibandor dibin.”

‘Ji ber xemsariya me em jî sûcdar in’

Tîryakî têkildarî li hev anînê jî ev tişt gotin: “Şertê silhê û aştiyê bêalîbûyîn e. Sedema nelihevkirinên li welatê me ev e. Di polîtîkayan de jî wiha ye. Em her tim dibêjin ku pêwîste di dewlet û partiyan de liyaqat hebe. Bi qasî her du malbatan em û gel jî sûcdar in. Çima sûcdar in? Ji ber ku em xemsar in. Gava aliyek li ser aliyekî din ve diçe em dibêjin ku ‘Dê tiştek nabe, ji xwe kêfa min ji wan kesan re nayê. Bila bimirin’. Di hişmendiyê de egoîst û hûmanîstî heye. Egoîstî karê berjewendiyê ye. Hûmanîstî jî mirovî ye û hewceye di doz û gengeşiyan de mirov hûmanîst be. Pêwîste mirov nebêje ku ‘ev kes mirovê min e û ez ê xêrê jê bibînim, lewma ez alîkariya wî bikim’. Di silh û aştiyê de cihê vî tiştî nîne. Sedema neçareserkirina gengeşiyan alîgirî ye. Xwedê dibêje ku aştiyek li ser esasê wekhewiyê mayînde ye.”

‘Pergal dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe’ 

Tîryakî bal kişand ser girtina Komeleya Piştevaniyê ya Alimên Olê (DÎAYDER) ku di aliyê lihevanîna kesên dijber dixebitî û da zanîn ku pergal nahêle tiştê ne li gorî wê be bimeşe. Tîryakî anî ziman ku pergala ku hezar salî ya ereb, tirk û farisan li ser tunekirina kurdan e. Tîryakî bi lêv kir ku kîjan komeleyên kurdan ku karê xwe baş bike, tê girtin û wiha pê de çû: “Ne komele be jî vê tiştê dikin. Heke hinek kes serbixwe dikevin navbera du aliyan û dixwazin aştiyê çêbikin, ji wan re dibêjin ku ‘ev kar ne karê we ye, karê dewletê ango pergalê ye. Çima hûn aştiyê çêdikin?’ û nahêlin aştî pêk were. Çima nahêle? Gava lihevhatinê nikarin wan bi rê ve bibin. Qaîde û kûralên desthilatan ku çi axa be çi dewlet be ferq nake, dibin alîgirên bihêzan, da ku yên bêhêz bipelçiqînin û desthilatdariya xwe berdewam bikin. Weke tabîra ‘dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe (Böl, parçala, yönet)’ dixwazin her tim berê kesên dijber li hev bin û ne bin yek.”

‘Em hêvî dikin ku di welatê me de aştiyeke bêalî çêbibe’

Tîryakî banga aştiyê li rûspî, malbata Taş û Alyamaç û cîranên wan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hêvî dikin ku di welatê me de aştiyeke bêalî çêbibe. Hêvî û daxwazan li malbatên Taş û Alyamaç dikim ku bila li hev werin. Rica ji jinan dikim ku bila şîretan li zilaman bikin ku tiştên wiha rû nedin. Her wiha ji der û dora van her du malbatan jî daxwazeke min heye ku bila birastî û bêalî bikevin di navbera wan de. Fitne û fesadiyê bila bidin sekinandin û ji bo tefandina vî agirî alîkariyê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar