Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...
Salı - 26 Kasım 2024

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

‘Tişta ku AKP li Bakur dike, PDK jî li Başûr dike’

Navenda Nûçeyan |

Parlamenterê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê yê berê Soran Omer ji ber ku komek belgeyên li ser Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî aşkera kiribûn, bi dengê 57 parlementeran mafê destnedayîna wî hatibû rakirin. Di 12’yê tirmehê de jî dadgeha Hewlerê biryara binçavkirina Soran Omer derxist. Omer li dijî vê helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê ji parlementeriyê îstîfa kir. Îstîfaya Omer hîn ji aliyê parlamentoyê ve nehatiye pijirandin. Lê cara yekem e ku di Parlementoya Herêma Kurdistanê de mafê destnedayîna parlementerek tê rakirin. Omer têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Omer anî ziman ku wan dixwest ku di parlementoya herêmê de siyaseteke rast bidin meşandin û wiha got: “Piştî têkoşîn û xwînrijandineke zêde xeyaleke me bû em parlementoyeke Kurdistanê ava bikin û me ev xeyala xwe pêk anî. Lê mixabin di dema 5’an a parlementoyê de nûnerên gel ketine bin bandora desthilateke li Herêma Kurdistanê hûkimraniyeke xerab, ne demokratîk û bermahiya dewletên herêmê û derdorê. Her wiha rêveberiyeke bêrûmet û bê serweriye. Rexneyan naxwaze û qebûl nake. Me dixwest ev ezmûna me ya parlementoyê ji bo giştî bibe nimûne. Em niha hewl didin ku dawî li vî şewazê rêveberiyê bînin.”

‘Tu peywîr û înîsiyatîfa parlamentoyê nema ye’

Di axaftina xwe de Omer bal kişand ser belgeyên li ser Serokwezîr Mesrûr Barzanî aşkera kirine û ev tişt anî ziman: “Ya rastîn ew e ku min kiriye. Erka dikeve li ser nûner û parlamenterên gel a divê bê kirin. Min li ser mafê gel û aşkerakirina gendeliyê israr kir. Ew ê ku min gilî li ser wî tomar kir. Berê niha jî Serokê Encûmena Asayîşê (dezgeha îstîxbarata herêmê) bû ku gelek dosyayên sûcên talûke metirsîdar li ser vê encûmenê jî hene. Min berê jî giliyê wî kiribû. Ji ber kurê Barzanî bû vê carê ew bixwe giliyê min kir. Vê carê jî gilî derbarê min de tomar kir, ji ber min gotiye xwedî şîrket û banka ye. Navê bankê RT Bank e û navê şîrketê jî Ster Grûb e. Ev kom xwedî gelek kompanyane û 12 kompanya di bin sêwana wê de hene. Li ji hêlekî ve xwedî kompanyayên hevbeş in. Ev kompanyayên hevbeş hem li Herêma Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê hene. Nimûne hevbeşê kompanyaya Turkhis Airlanse. Ji ber min van bi agahiyan aşkera kir, gilî derbarê min de kir û daxwaza rakirina mafê rakirina parlementeriya  min kir, ji bo fermana girtina min bê dan. Mixabin ku parlamentoya Kurdistanê ketiye rewşeke bi vî awayî. Tenê navê wê parlamentoye heye, ji xeynî wê tu peyvir û înîsiyatîfeke wê nemaye. Min bi xwe biryar da li parlementoyeke bi vî awayî nêzîkatî li beramber parlamenterên pêk binim. Li tevî van kirinan ez naxwazim bibim endamê vê parlementoyê.”

‘Ev siyaseta gav paşavêtin û bêdengkirinê ye’

Omer diyar kir ku siyaseta hikûmeta AKP’ê li Tirkiyeyê birêve dibe heman siyaset li Herêma Kurdistanê jî encam dide û wiha domand: “Bi dilsozî dikarim bêjim, tişta  ku li Herêma Kurdistanê li dijî me hatiye kirin, li ser daxwaz û giliyê serokwezîr çêbûye. Serokwezîrê herêmê, siyaseta ku AKP’ê li Tirkiyeyê li dijî parlamenterên bakurê Kurdistanê birêve dibe li başûr jî xistiye meriyetê û pêk tîne. Dikarim bibêjim ku li seranserê cîhanê tenê li Misir û Tirkiyeyê parlamenter tên girtin û bi ser malên wan de tê girtin. Mixabin heman pêkanîn niha li başûrê Kurdistanê jî tên birêvebirin. Ev siyaseta gav bi paşveavêtin û tirsandinê ye. Lê ew nikarin min bêdeng bikin û gav paşve bidin avêtin. Li Bakur diyar e ku dixwazin parlamenterên kurd bêdeng bikin û gav bi wan bi paşve bidin avêtin. Lê nikarin birêz Demîrtaş û pişt re jî hemû parlamenterên din ên hatine girtin, bêdeng bikin.”

‘Rêveberiyek demokratîk nîne’

Di berdewamê de Omer destnîşan kir ku hemû erk û birêvebirin di destê PDK’ê de ye û wiha pêde çû: “Rêveberiyeke ku ewqas bi milîtarîzmê re mijûl dibe, bi tepisandin û bêdengkirinê re mijûl dibe, ewqas tiştî û xebatê ji bo demokratîkbûnê nake. Ne siyasetek demokratîk siyasetek bazirganî birêve dibin. Haya wan ji dewlemendiya wan heye.”

Omer da zanîn ku peymana 50 salî ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de bi hincetên ‘Ewlehiyê’ di parlementoyê de nedihat aşkerakirin û wiha got: “Peymana wan a 50 salî ya neftê li gel Tirkiyeyê heye. Di nava vê peymanê de lihevkirinên metirsîdar ên ewlekarî hene ku li parlamentoyê nehatine aşkerakirin. Ez yek ji wan bûm ku min israr kir ji bo naveroka peymana 50 salî ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de aşkera bibe.”

‘Ev 7 sal in bûtçeya herêma Kurdistanê nîne’

Omer anî ziman ku ew bi salan e li hemberî binpêkirina mafan û siyaseta antîdemokratîk têdikoşe û wiha berdewam kir: “Di serdema duyemîn de ez endamê Parlamentoya Kurdistanê me.  Di dewra yekemîn de Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a parlamentoyê bûm. Wê demê gelek girtin, kuştin û binpêkirin li dijî rojnamegeran hebû. Çalakvanên demokrasîxwaz, mafê mirovan û azadîxwaz dihatin revandin û ji wan re cezayên siyasî dihatin dayîn. Ez li dijî van tevan disekinîm. Ji ber wê jî ji min hez nedikirin. Di vê dema duyemîn a parlamentoyê de dema min dest bi aşkerakirina belgeyên derbarê nelirêtiyê (gendelî) kir û min ew dosyayên ku kêm kes destê wan digihijê raxist ber çavan. Niha jî dixwazin heyfa wê ji min hildin. Di parlamentoyê de xebatek nîne. Ev 7 sal in butçeya Herêma Kurdistanê nîne. Gelo tevî vanneyîniyan jî êdî erka parlamentoyê dimîne, yan jî erka wê çi ye? Ji ber vê jî ez naxwazim di ciheke wisa de cih bigirim.”

Têkoşîna parlamenterên Bakur

Her wiha Omer destnîşanî polîtîkayên ku li Başûr û Bakur li dijî parlamenteran pêk tên wekhev in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tişta ku li hemberî me tê kirin, desthilateke kurdî dike. Lê ya ku li Bakur tê kirin cûda ye. Tişta ku li hemberî parlamenterên Bakur tê kirin, bi navê şovenîzm û nijadperestiyê tê kirin. Li Tirkiyeyê baweriya wan bi kurd û nasnameya kurdbûnê nîne. Ez her tim matmayî mame li hemberî berxwedan û israra parlamenterên kurd. Me her tim piştgirî da berxwedana wan ku ji bo berdewam bikin û gav bi paş de ne avêjin. Jixwe têdikoşîn û gav jî bi paş ve ne avêtine. Girtîgeh jî nikare wan ji xebatên wan dûr bixe. Ez rêzê ji berxwedana wan re digirim. Hêvî dikim ku dema wan rojekî xweseriyê bidest xistin, ev ezmûna me derbas kir dûbare nekin. Tişta ku niha Tirkiyeyê ango AKP li hemberî parlamenterên kurd pêk tînin, PDK jî li hemberî parlamenterek kurd dike. Em nijadek in. Lê heya niha mafê me yê ku em bixwe jiyana xwe di çarçoveya dewletek de birêve bibin nîne. Em ê herî dawî bigihîjinê lê ya girîng ew e ku em berxwedana xwe berdewam bikin û gav bi paş ve ne avêjin. Ez ê her dem li dijî zilmê û neheqiyê alîgirê heqiyê bim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar