Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Tişta ku dikare tecrîdê bişikîne têkoşîn e’

Hevserokê ESP'ê Şahîn Tumuklu diyar kir ku fikirên Ocalan li dijî ontolojiya rejîmê ne, lewma rejîm tecrîdeke giran pêk tîne û got ku tişta ku dikare tecrîdê bişikîne têkoşîn e

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî girankirî didome. Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu ji bo tecrîdê li ser Ocalan destnîşan kir ku heya rejîma heyî bidome dê tecrîd jî bidome û got ku şikandina tecrîda li Îmraliyê bi têkoşînê pêkan e.

Tumuklu destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan 21 sal in didome û got ku rejîm baş dizane ku dê fikra Ocalan bandorê li gelê kurd bike û ev tişt anî ziman: “Rejîm dizane ku dê bandorê li seyra têkoşîna gelê kurd bike, vê têkoşînê pêş bixe û dê asta wê zêde bike. Ji ber vê nahêle ev fikir bigihêje kesên têdikoşin û asteng dike. Îca heya ku ev rejîm bi vî awayî dewam bike, dê tecrîda li ser Birêz Ocalan jî dewam bike. Heger em bixwazin tecrîda li Îmraliyê bişikînin, heger em bixwazin zilma li girtîgehan bişikînin bêguman rêya vê têkoşîna hesabpirsînê ye.”

Di axaftina xwe de Tumuklu wiha got: “Şikandina vê tecrîdê ew e ku ev faşîzm ber bi goristanê ve bê şandin. Azadiya Birêz Ocalan bi azadiya vî welatî pêkan e. Lewra pirsgirêka kurd, pirsgirêka sereke ya azadiya polîtîk a vî welatî ye. Heya pirsgirêka sereke ya azadiya polîtîk neyê çareserkirin, dê pirsgirêka kurd neyê çareserkirin. Heya pirgsirêka kurd neyê çareserkirin dê tecrîda li ser Birêz Ocalan jî nayê şikandin.”

‘Îro roj dîrok bang li me dike’

Her wiha Tumuklu destnîşan kir ku li dijî êrîşên rejîmê êdî divê hêzên demokrasiyê rola xwe bilîzin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bê sekn divê ber bi girseyê ve biçin. Dibe ku HDP, HDK û KCD’ê ji bo vê yekê zemîn bin lê divê em zemîneke yekbûyî ya ji vê wêdetir ava bikin. Wekî din tu şansekî me tune ye. Ev ne ezber an jî aforîzmayek e. Rastî û mecbûriyetek e. Îro roj dîrokê bang li me dike. Berpirsiyariya me hemûya ye ku em xwe bidin ber vê bangawaziya dîrokî. Em di serdemeke wiha re derbas dibin ku gotin kêm bûye lê têkoşîna pratîk bêtir mecbûrî bûye. Lewma ji têkoşîna herî biçûk a heqiyê heya têkoşîna şoreşê em hemû divê bi berpirsiyarî tevbigerin.”  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar