Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Tişta ku sedsala kurdan diyar bike yekitî ye’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku divê gelê kurd ji bo yekitiyê zextan li siyasetê bike û got ku tişta ku dê sedsala kurdan diyar bike yekitî ye

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku didome û avakirina yekitiya neteweyî ya kurdî axivî.

Ozturk da zanîn ku ew wek şandeya KCD û DBP’ê li dijî neçareserkirina kêşeya kurd li gelek herêm û bajaran serdanên xwe didomînin û anî ziman ku îktîdar û dewlet ji kurdan ditirsin û tu daxwaz û mafê kurdan qebûl nakin.

‘Ocalan wek şexsiyetekî nayê tecrîdkirin’

Ozturk bal kişand ser tecrîda girîngirî ya li ser Ocalan û ev tişt anî ziman: “Ev polîtîka bi gelên Tirkiyeyê dide windakirin. Hewldan û têkoşîna birêz Ocalan kurdan ji xewa mirinê şiyar kir. Ji ber vê yekê birêz Ocalan tê tecrîdkirin. Îro birêz Ocalan ne wek şexsiyetekî tê tecrîdkirin, dixwaze kurdan tecrîd bike. Dewlet dixwaze kîn û tola ku birêz Ocalan gelê kurd ji xewê şiyar kiriye bistîne. Tecrîd ji dîrokê heta îro tê û ev tirsa ji gelê kurd e. Ji sala 1999’an ve tê tecrîdkirin. Tevî vê tecrîda girankirî jî ji bo Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi pêşniyaz û nêrînên xwe alîkarî kir. Ev rewş nayê hesabê hêzên emperyal û pepûkên wan. Ev hêz naxwazin fikir û felsefeya birêz Ocalan belav bibe û ji xwe re wek talûke dibînin. Lewma jî li dijî tecrîdê dernakevin. Sazî û dezgehên mafên mirovan ên Ewropayê jî durû tevdigerin û li ber tecrîdê ranabin. Em pir eşkere dibêjin tecrîda ku ji Îmraliyê dest pê kir, li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û heta nava mala me hatiye. Heke tecrîd rabe dê çalakiyên greva birçîbûnê jî bi dawî bibin. Ji bo daxwazên girtiyan werin qebûlkirin divê em tev bibin dengê girtiyan.”

‘Yekitiya neteweyî ji bo me fermana gel e’

Her wiha di dawiyê de Ozturk bal kişand ser yekitiya neteweyî ya kurdî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tu bendewariyek gelê kurd di warê yekitiya neteweyî de ji siyaseta kurd nîne, berevajî vê fermana wan ji bo yekitiyê heye. Di demek wiha ku dijminatiya kurd derketiye asta herî jor, êrîşên li ser destkeftiyên kurd zêde bûne, ji bilî avakirina yekitiya neteweyî wek din rêyek heye gelo? Ji bo vê yekê jî fermana gelê me ji bo me siyaseta kurd heye. Berxwedan û xwedîderketina Kobanê ji bo avakirina yekitiya kurdan mînak e. Ruhê yekitiya neteweyî xwe di Kobanê de da nîşandan. Ruhê çar parçeyên Kurdistanê li Kobanê gihîşt hev. Divê ev ruh were ba hev. Ev ruh xwe nîşanî Tirkiye, Amerîka, Ewropa û tevahiya dinyayê da. Wextê ku berxwedanek bi hev re xwe nîşan bide pêdiviya me bi tu kesî nîne. Dema em bibin yek wê dewlet werin bi me re tifaqê çêkin. Ji ber vê yekê yekitiya neteweyî ji bo me fermana gelê me ye. Divê em takekes nêz nebin. Tişta ku sedsala kurdan teşe bike jî yekitî ye. Divê em bi awayên bîrdozî nêzî yekitiyê nebin. Li dijî kurdan êrîşên topyekûn hene. Pêwîst e em kurd li dijî êrîşan bibin yek û yekrêziya xwe ava bikin. Yên ku ji daxwaza gel re astengiyan derbixe wê cihê xwe li nav sergoyê dîrokê bibîne.”  MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar