Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tiştekî asayî tuneye

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyê wê di 14’ê gulanê de hilbijartina giştî û ya serokomariyê pêk were. Ji hilbijartinê re jî tenê du meh man. Wextekî pir hindik maye û desthilatdariya AKP-MHP’ê bi lez û bez dixwaze vê hilbijartinê biqedîne. Wekî ku her tişt asayiye tevdigere û bi vî rengî nîşanî civakê dide. Lê tiştekî asayî tuneye. Li cihekî ku sed hezaran kesî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabe, pêkhatina hilbijartinê ne maqûl e. Rojeva herî sereke û ya lezgîn erdhej e. Lê desthilatdariya faşîst ji bo ku rojevê biguherîne serî li vê yekê dide. Eger erdhej di rojevê de be, wê demê wê werin darizandin. Ji ber ku yên bûne sedema mirina wan kesan ev desthilatdarî ye. Ji bo vê yekê jî bi lez û bez hilbijartin xist rojevê.

Wekî din cara pêşî li Tirkiyê ewqas zêde partî tifaqan çêdikin. Wekî hilbijartina tifaqan jî tê dîtin. Yên ji AKP, MHP û CHP’ê veqetiyane bi serê xwe tifaq çêkirine û ji bo serokomariyê xwe kirine namzet. Her wiha partiyên herî qirêj ên Tirkiyê jî li dora AKP-MHP’ê kom bûne. HUDA-PAR yek ji wan rêxistina kontraye ku li ketiye nav vê tifaqa qirêj. Çêbûna ewqas partî û tifaqan jî li hesabê AKP-MHP’ê tê. Wekî ku her tişt li Tirkiyê asayî ye û di atmosfereke demokrasiyê de diçin hilbijartinê. Lê rewş ne bi vî rengî ye. Li Tirkiyê ji serî heta binî qeyranek heye. Ji aliyê aborî û siyasî ve têkçûnek heye. Rêveberiya li Tirkiyê ji beriya erdhejê ve hilweşiyaye. Tiştekî ku bidin gel tuneye. Eger ji vê hilbijartinê careke din ev desthilatdarî derkeve wê demê wê rewş xerabtir bibe. Ji ber ku milyonan kesî hêviya xwe bi hilbijartinê girêdane. Ew dibêjin di hilbijartinê de wê ev desthilatdariya faşîst biçe. Lê eger neçû, wê demê wê xeyalên wan biçin. Ev rewş wê ji karesatekê xerabtir be.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê di vê hilbijartinê de gelekî rehet e. Ez li ajans, rojname û televizyonên wan dinêrim û dibînim ku cih didin namzet û partiyên din. Yanî li fikir û nêrîna wan kesan temaşe dikin. Dixwazin wan kesan yek bi yek tesbît bikin. Piştî hilbijartinê jî hesab ji wan bixwazin. Erdogan pir rehet tevdigere. Wekî ku wê zanibe di hilbijartinê de bi serbikeve tevdigere. Hin tiştan dizane ku bi vî rengî tevdigere. Dibe ku di rewşeke gelek aloz de biçe hilbijartinê. Wê demê wê her tiştî li gorî dilê xwe bimeşîne. Dema ku xelk bi aloziyan mijûl dibe ew jî wê biçe hilbijartinê û encamê li gorî dilê xwe amade bike.

Hin kes jî bawer nakin ku Erdogan bi hilbijartinê biçe. Dizanin ku Erdogan ji desthilatdariyê bikeve wê were darizandin. Ji bo vê yekê jî dibêjin Erdogan wê desthilatdariyê bernede. Ev yek ne tiştekî mucîze ye. Eger birastî jî dijberên Erdogan bibin yek dikarin vê yekê pêk bînin. Lê di eniya demokrasiyê de parçebûn heye. Gelek partiyan daye pey berjewendiyên xwe û bi xwe daketine. Lê ya esasî têkçûna Erdogan û desthilatdariya wî ye. Dema ku bi vî rengî binêrin wê karibin Erdogan bixînin.

Di hilbijartinê de çavê her kesî li HDP’ê ye. Ji ber ku dizanin HDP wê qedera wan diyar bike. HDP destê xwe deyne ser kê wê ew were hilbijartin. Erdogan jî vê dizane û wê beriya hilbijartinê serî li gelek dek û dolaban bide. Du mehên li pêşiya me gelekî xeter in. Dibe ku bûyerên mezin pêk werin û rojev bê guhertin. Ji bo vê yekê jî divê hilbijêr hişyar bin. Erdogan wê hewl bide ku careke din were hilbijartin. Eger were hilbijartin wê rewşeke aloztir derkeve meydanê. Eger neyê hilbijartin jî dibe ku bûyerên xerab pêk werin. Ji bo vê yekê jî em di rojên xeter re derbas dibin. Ji komkujiyan heta darbeyan, ji sûîqastan heta gelek bûyerên din di rojevê de ne. Erdogan wê bi riya van xerabiyan hewl bide careke din li ser desthilatdariyê bimîne.

Nûçeyên Têkildar