Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Tiştên em ji Tevgera Kurd fêr bibin gelek e’

Prof. Dr. Cîhan Tûgal diyar kir ku, desthilat ewqas tengav bûye kî ev tengav bûn dê wê êrîşkartir bike û got: “Ji bo xelasiya Tirkiyê divê tevgerên karkeran bi tevgera kurd re bibe yek dikare serbikeve. Ji ber vê yekê peywîreke girîng jî dikeve berê sosyalîstên ku di navbera tevgera kurd û karkeran de bibin pirek.”

Di hilbijartinên serokkomariyê û giştî yên girîngiyeke dîrokî didanê lê bi qirêjî û hîleyan derbas bû, hem Tifaqa Cûmhûr piraniya Meclisê bi dest xist hem jî Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan ji nû ve hate hilbijartin. Vê yekê jî ji aboriyê heta darazê, ji tenduristiyê heta perwerdehiyê fikarên civakî zêde kirin.

Hîndekarê Zanîngeha Berkeley a li Amerîkayê Sosyolog û Nivîskar Prof. Dr. Cihan Tûgal, tabloya di hilbijartinan de derket holê, xebatên namzet û partiyan di çarçoveya hilbijartinê de meşandin û meylên hilbijêrên di nava civakê de derdikevin holê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.

 ‘Pêşeroja Tirkiyeyê dînamîtkirin’

Tûgal, da zanîn ku di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê de asoya muxalefetê gelek bisînor bû û bal kişand ku muxalefetê bi Erdogan re heman polîtîka meşandin û wiha got: “Li şûna ku mûxalefet Tirkiyeyeke nû pêşniyar bike, bi gotina ‘Em ê li tiştên ku Erdogan berê dikirin vegerin, ew Tirkiye gelek xweş bû’ muxalefet kirin.” Tûgal, anî ziman ku di tûra duyemîn de dijberên Erdogan ketin nav pêvajoyeke “panîkê” de û destnîşan kir ku bi taybetî zimanê ku namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû bi kar dianî biryareke bi panîk hatibû wergirtin bû. Tûgal, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min piştî tûra yekemîn îhtîmala serkeftinekê nedidît. Ne pêkanbû ku mirov bêje ev yek kiribûya da serbikevin. Ji ber ku ev du sal in rê li ber vê têkçûnê vekiribûn û wê ev yek di nava du hefteyan de nehatibûya guhertin. Bi panîkê stratejiyeke dûrî aqil bi rê ve birin. Rêbazeke ku pêşeroja Tirkiyeyê dînamîtkirin, netewperestî bi cih kirin û ev yek normaltir kirin, meşandin. Elbet ev yek xetayeke mezin bû. Ne tenê weke siyasî, bi awayê civakî jî xetayeke mezin kirin. Hêvî dikim ku wê fêm bikin û ji vê şaştiyê vegerin û di pêvajoya pêş de di wê rêyê de neçin. Ji ber ku heke bi rengekî rêk û pêk dest bi vê rêyê bikin wê Tirkiye hîn bêhtir bikeve nava rewşeke nediyar.”

‘Ji bo Tirkiye bi temamî nekeve bin tarîtiya dîktatorekî kurd bi awayekî rasyonel tev geriyan’

Tûgal, anî ziman ku kurdan di hilbijartinê de bi awayekî vekirî deng dane Kemal Kiliçdaroglu û got ku ew wek “mucîze” dibîne ku piştî zimanê neteweperest ê Kiliçdaroglû kurdan di tûra duyemîn a hilbijartinê de hilbijartin boykot nekir. Tûgal, destnîşan kir ku ev mûcîze ji ber rêxistinkirina gelê kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurdan hilbijartineke rasyonel kirin. Berdewama desthilata Erdogan ji bo kurdan gelek xerabtir e. Ji ber vê yekê ya baş hilbijartina Kiliçdaroglû bû. Ev yek nayê wê wateyê ku Kiliçdaroglû kesên derdorê da ji bo tevgera kurd baş bin, tenê ji ber da baştir bibe divê Kiliçdaroglû hatibûya hilbijartin. Weke ku min got, Kiliçdaroglû zimanekî wisa bikaranî ku heke tevgera kurd ev qas bi rêxistin nebûya nediçû ser sindoqê. Tevî van jî ji bo Tirkiye bi temamî nekeve bin tarîtiya dîktatorekê tevgera kurd li cem Kiliçdaroglû sekinî.”

‘Desthilat ewqas tengav bûye kî wê pir zêde êrîşkar be’ 

Tûgal yê anî ziman ku wê di serdema nû de pirsgirêk li welat kûrtir bibin, bal kişand ser axaftina “şaneşînê” ya Erdogan û ev tişt gotin: “Desthilat ewqas tengav bûye kî ev tengav bûn dê wê êrîşkartir bike. Dibe ku ev yek êrîşeke li ser kurdan be, êrîşeke li dijî cîranan be. Erdogan di axaftina xwe ya di şaneşînê de bi awayekî vekirî peyama wê li dijî tevgera kurd û LGBTÎ’yan tevbigere da. Ev yek ji bo Tirkiyeyê tişteke gelek tirsnak e. Ev yek tê wateya ku wê tirs zêdetir bin û pergal hişktir tevbigere.”

‘Rêxistinên sosyalîst divê bi Tevgera Kurd re bibin yek’ 

Tûgal, bal kişand ku li Tirkiyeyê beşa karkeran zêdetir e û destnîşan kir ku guhertina pergalê ya li welat encax bi rêxistinkirina karkeran dikare pêk were. Tûgal axaftina xwe wiha domand: “Ev yek jî encax tevgerên karkeran bi tevgera kurd re bibe yek dikare serbikeve. Ji ber vê yekê peywîreke girîng jî dikeve berê sosyalîstên ku di navbera tevgera kurd û karkeran de bibin pirek.”

‘Tiştên em ji Tevgera Kurd fêr bibin gelek e’ 

Tûgal, bi lêv kir ku piştî encamên hilbijartinê divê dijberên pergalê di serdemên pêş de bêhêvî nebin û axaftina xwe wiha domand: “Tevgera kurd di serdemên 1993-95’an de ji serdemên niha gelek girantir derbas kirin. Heke tevgerek piştî tiştên wisa qewimîn bikare têkoşîna xwe bidomîne, gelek tiştên ji vir bên hînbûn hene. Em jî niha weke hemû Tirkiye tiştên xerab dijîn. Lê divê li erdnîgarî û tevgerên ji vê girantir jiyane bê nêrîn û ji vir şûnde baweriyekê bidin ku Tirkiye xwe komî serhev bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar