Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Tiştên ku DAIŞ îro dike vê çeteyê di salên 90’î de dikir’

Dayikên Şemiyê di hefteya 773’yemîn de jî li Stenbolê daketin qadê û aqûbeta xizmên xwe pirsîn. Dayikan vê hefteyê serpêhatiya karsazê kurd Abdullah Canan ku di sala 1996’an de ji hêla leşkeran ve bi hovane hatibû qetilkirin, vegotin. Kurê Canan, Tayyup Canan jî got; ‘Tiştên ku çeteyên DAIŞ’ê di roja me de dike, vê çeteyê di salên 90’î de dikirin. Ev mamosteyên DAIŞ’ê ne.’

Dayikên Şemiyê ji bo dîtina xizmên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine windakirin û darizandina kujerên wan, di hefteya 773’yemîn de jî xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. Lê li ser astengkirina polîsan dayikan çalakiya xwe  li kolana Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li dar xist. Di çalakiyê de malbatan tîşortên ku wêneyên kesên windakirî li ser bûn li xwe kiribûn û di destên wan de jî qurnefîl hebûn. Vê hefteyê parlamentera HDP’ê Oya Ersoy û parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu di çalakiyê de amade bûn.

Di çalakiyê de xwişka Hasan Ocak, Masîde Ocak daxuyanî xwend û serpêhatiya karsaz Abdullah Canan vegot. Ocak wiha got: “Karsaz Abdullah Canan ê 43 salî, li navçeya Gever a Colemêrgê dijiya. Canan, ji ber binpêkirinên mafan ên giran ên li wê herêmê, der barê serdarê Fermandarê Tabûra Qomando ya Çiyayê Geverê û 7 xizmên wî de gilî kir. Piştî vê giliyê jî Canan rastî gefan hat. Piştre jî di 17’ê çileya 1996’an de Canan hate binçavkirin û hate windakirin.”

Bi rêbazên DAIŞ’ê qetil kirin

Ocak di berdewamê de jî ev tişt anî ziman: “Di 21’ê sibata 1996’an de cenazeyê Abdullah Canan hate dîtin. Canan rastî îşkenceyeke giran hatibû. Destên wî paşve kelepçekirî bûn, lingên wî û devê wî girêdayî bû û li ser rêya di navbera Gever û Bajêrgehê de hate dîtin. Canan bi 7 guleyan hatibû kuştin. Malbata Canan piştî bûyerê der barê Tabûra Geverê de gilî kir. Îtîrafkar Kahraman Bîlgîç ku li tabûrê erkdar bû di îfadeya xwe de got ku li tabûrê îşkence li Canan hatiye kirin û bi fermana serdarê tabûrê Yurdakul û serpêlê serdarê Bolukê Nîhat Yîgîter Canan bi çekê hatiye kuştin. Ev kes bi kuştina Canan tên sûcdarkirin.”

‘Berpirsê komkujiyê Yurdakul û Yîgîter in’

Piştre jî xwişka Abdullah Canan, Nûran Canan axivî û da zanîn ku heta ku kujerên birayê wê tên dîtin û darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin. Kurê Abdullah Canan, Tayyup Canan jî di çalakiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Tiştên ku çeteyên DAIŞ’ê îro bi mirovan dikin, vê çeteyê jî di salên 90’î de heman tişt bi me dikirin. Ev mamosteyên DAIŞ’ê ne. Ji ber ku van li dijî mirovahiyê sûc kirin. Biryaya Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê dayî, bi nakokiyan tije ye. Berpirsê vê komkujiyê Mehmet Emîn Yurdakul e. Berpirsê vê komkujiyê Nîhat Yîgîter e. Ger vana sûcên mirovahiyê ne kiribin wê demê bavê min ku derê ye?”

Piştî axaftinan, çalakiya deqeyek bêdengbûnê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar