Piştî 24’ê sibatê, ango piştî êrîşa ser bi Ukraynayê kevir ji ciyên xwe livitîn. Encama êrîşên Rusyayê çi dibe bila bibe ‘rojhilatî’ û ‘rojavayî’ ji niha û pê ve ew ê li dijî hevûdû tevbigerin. Êdî li cîhanê, carekî din du blokên ‘esasî’ çêdibin. Aşkere ye, her blok ew ê hewl bide ku xwe ji nû ve saz bike.
Piştî hilweşîna sosyalîzma reel her ‘qewmek’ xwe navendek hesiband. Endamên NATO’yê xwe sist kirin. Di serî de Fransa û Almanya, hin dewletên vê blokê serdestiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka qebûl nekirin. Amerîka, ‘derfeta’ ku Zelensky da wan bikaranî û ‘bêserûberiya’ bloka xwe di heyamek gelek kin de ji holê rakir. Welatên ‘rojavayî’ carekî din mecbûr man ji bo berjewendiya xwe li dora Amerîka civiyan. Belê ew ê li hemberî hev ‘şerekî’ navxweyî bidomînin. Lê ev welatana li hember derve, êdî yekdeng in. Ne wekî berê ne û îro zêdetir mecburî hev in. Divê em qebûl bikin ku ev yek ji bo Joe Biden serkeftinek e.
Niha dixwûye ku Joe Biden dixwaze Rojhilata Navîn jî bi gor berjewendiyên welatên rojava ji nû ve dizayn bike. Ew ê pirsgirêkên Rusya û dewletên ku dijberiya wê dikin mezintir bibin. Di salên pêş de ew ê her blok sîstema xwe ya leşkerî, aborî û siyasî ji nû ve sazbikin. Danûstendina dewletên ku dijberî hev in, ew ê kêmtir bibin. Ango kapîtalîzma global ew ê ciyê xwe ji du, belkû sê blokên kapîtalîst re bihêle. Ev blokan ew ê ji hevûdû re girtîbin; an jî kêm vekirîbin. Di vê heyama nû de rewşa Iraq û Suriye û her weha ya başûr û rojavayê Kurdistanê, gelek girîng in. Amerîka, Brîtanya û hevalbendên wan ji bo xwe li hember Rusya qewî bikin, niha di hewldana vê sazkirinê de ne.
Rast e, bi serê xwe nakin. Ji Erdogan hez nekin jî Tirkiye ji bo wan destkeftiyek mezin e. Naxwazin wê winda bikin. Mumkun e hisabê xwe ji ser Erdogan çênekin, lê bê Tirkiye hesabek nakin. Her weha ew welatên ereban ku gelek sal in bi welatên rojavayî re tevdigerin jî, di heman keştiyê de ne.
Erdogan vê hesabê dîtiye û naxwaze xwe li derveyî vê bihêle. Daxwaza rojavayiyan bi cîh tîne. Bi îsraîl û Yewnanîstanê re rûdine. Lê bi Rusyayê re jî têkiliya xwe qût nake. Erdogan eger bibîne ku rol ji destê wî derdikeve –çi qas bikaribe pêk bîne li alîkî– ew ê carekî din ji bo xirakirina lîstikê tevbigere.
Yê vê planê dît û dest bi hewldanê kir, yek ji wan Îran e. Bi qasî ku tê dîtin êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê bersîva vê planê ye. Rêvebiriyên Tirkiye, Iraq û başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî PDK’ê, di nav hisabekî de ne. Eger ev hisaba pêk were, ew ê Îran zêdetir were dorpêçkirin. Îran, vê rewşê naxwaze û bersîva xwe jî bi mûşekan da. Lêdana bi mûşekan bi awayek fermî girt ser xwe.
Bi qenaata min li ser Rojava jî hisabek tê kirin. Joe Biden jî, dewletên din ya rojavayî jî, dixwazin rêvebiriya xweser ya Rojavayê li gel plana wan tevbigere. Nakokî li vê derê derdikeve. Tirkiye, dev ji plana xwe ya qirêj bernedaye. Başûr jî tê de dixwaze her cûre rêvebiriyên azad ya li ser axên Kurdistanê hilweşîne. Hê jî li pey siyaseta qirkirinê ye. Her weha bandora Rojavayê ya li ser bakûrê Kurdistanê jî dizane. Ji ber vê yekê naxwazin Rojava bi nasnama xwe ya azad ya îro di nav ‘sazkirinê’ de bin. Ango naxwazin di ‘sazkirinê’ de berjewendiya kurdê azad were hesibandin. Tenê Rojavayê ku dest û pê şikandî daxwaza wan e.
Sedema nakokiya dewletên ‘rojavayî’ û Erdogan jî, yek jê ev e. Bi qasî ku tê dîtin, hê jî xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê dibin û tînin. Wisa xuya ye li hev nekirine. Her weha, hemû alî jî dizanin ku beyî PKK, nikarin hevûdu jî bikin.
Belê, ji bo wê bi dilekî rehet dikarim bêjim ku li herêmê, bi taybetî jî li Iraq û Suriyê tiştên ne ji rêzê diqewimin. Em ê encamên van tiştên ne ji rêzê ne di rojên pêş de bi hev re bibînin. Lê di vê heyamê de eger kurd, bi taybetî jî PDK’ê helwesta xwe zelal neke, ew ê kurd carekî din zirar bibînin. Destkeftiyên xwe winda bikin. Êdî bes e. Kurd, çênabe carekî din qedera xwe ji serdestiya hineka re bihêlin. Hêza kurda heye; dikarin qedera xwe bigrin destê xwe…