Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

TJA: Berpirsê tecawizê hikûmeta AKP’ê ye

Aktivîstên TJA’yê tecawiza zaroka 5 salî ya li Kanarya yê şarmezar kirin.  Parlementera HDP’ê Semra Guzel diyar kir ku tecawiza li dijî zaroka 5 salî, nîşaneya têkçûyîna civakî ye û got ku berpirsê vê bûyerê hikûmeta AKP’ê ye

Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê tecawiza li dijî zaroka keç a 5 salî ya li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê pêk hat de, li ber avahiya HDP’ê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel li  ser navê TJA daxuyanî da û wiha got: “Biryara veşartinê danîn ser dosyeya lêpirsîna ji bo faîl bên girtin. Bi vê hewl didin ku bi ser tecawîzê bigirin.”

Guzel da zanîn ku tacîz, tecawiz û şîdet li ser jinan her roj bi awayek din rû dide û wiha domand: “Herî dawî navçeya Kuçukçekmece ya Taxa Kanarya ya  bajarê Stenbolê  di 23’yê Nîsanê de zarokek temenê wê 5 salî rastî îstîsmara zayendî hat. Tevî ku bersûcê bûyerê hatine girtin, biryara sernixumandina dosyayê hate dayîn. Dixwazin vê bûyerê binuxumînin. Ev êrîşa li hember zarokek  temenê wê 5 salî  têkçûna wijdanê civakê ye. Divê li dijî bûyerên tacîz, tecawiz, şîdetê li her qadên civakî, dadî bertek bê nîşandan. Divê li her qadên civakî, dadî, li hember van kiryarên qirêj em her di nav şoreşê de bin, lê mixabinî hîna di rewşek bêdeng de ev bûyerana tên jiyîn.  A herî girîng jî li hember vê yekê polîtîkayên bi bandor nayên afirandin.”

‘Dixwazin bi vê yekê jinê tune bikin’

Di axaftina xwe de Guzel anî ziman ku hişmendiya zilam a serdest di kîja pêvajoyê de be heyîna xwe li ser bedena jinan ava dike û wiha pêde çû: “Daxistina cezayê bersûcan bûyerên tacîz û tecawizan biryareke ji bo hişmendiya zilamê serdest li ser pêya hêştinê ye. Ev yek dijmantiya jinê ye. Pêwîst bû li hember van neyartiyan şoreşek hatiba afirandin. Lê dijî wê hikûmet û mêr di heman gotinê de ne. Dixwazin bi vê yekê îradeya jinê tune bihesibînin. Berpirsê bûyerê hikûmeta AKP’ê ye.”

Bang li rayaderan kir

Her wiha Guzel dest nîşan kir ku ew yek tenê jî bibin, dê zarokan biparêzin û ev bang li rayedaran kir: “Em ê bi jinan re têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê hemû faîlên berpirsên tecawiza zaroka biçûk bên dîtin. Ji bo tecawîzkar bên cezakirin em rayedaran dawetî peywirê dikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar