Tevgera Jinên Azad (TJA), di 26’ê sibatê de dest bi xebatên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dike. TJA dê bi dirûşma ‘Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin’ dest bi xebatên 8’ê Adarê bike. TJA dê li Sêrt û Hezexê starta xebatan bide. TJA’yê bi vîdeoyên ku li ser hesabên xwe yên medya parvekirin, bang li hemû jinan kir ku di 26’ê sibatê de li Sêrt û Hezexê kom bibin û tev li şahiyan bibin. AMED