Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

TJA: Em ê radestî nêzîkatiya zayendperest nebin

Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî bûyerên destdirêjî û tecawizê yên li Şirnex û Êlihê qewimîn daxuyaniya nivîskî weşand.

TJA’yê di daxuyaniyê de diyar kir ku AKP ev 18 sal in polîtîkayên navendî, faşîst, antîdemokratîk dide meşandin û wiha got: “Îro tevî şirîkê xwe MHP’ê yekperestiyê, netewperestiyê, polîtikayên zayendperestiyê li ser civakê ferz dike. Bi vê yekê girîdayî êrîşa zayendî ya li dijî zarokan, tundî, zext, xesp, nêzîkatiyên zayendperest zêde bûn.”

TJA’yê di daxuyaniye de anî ziman ku daneyên tundiya li ser jinê ji sedî hezar û 500’î zêde bûye û wiha dewam kir: “Polîtikayên bêcezabûnê her ku diçe zêde dibin. Di demeke nêz de bûyerên êrîşa zayendî û tecawizê li Êlih û Şirnexê qewimîn. Refleksa parastina îktîdarê ya ji bo bersûcên bûyerê nêzîkatiye li hemberî bûyerên êrîşa zayendî yên Ensar, Pozantî û Îzmîrê anî bîra me. Îktîdar êrîşa zayendî ya li ser zarokan hewl dide veşêre.”

Her wiha di dawiya daxuyaniya xwe de TJA’ê ev tişt anî ziman: “Em dixwazin bê zanîn ku peywira hikûmet û îktîdaran ew ê ku tenduristiya ruh û beden û zarokan biparêzin û nehêlin zarok bi êrîşa zayendî rû bi rû bên hiştin. Demildest dawî li polîtikayên bêcezabûnê bînin. Em ê zarokên xwe yên hêviya siberojê radestî îdeolojiya paşverû ya ku wekheviya zayendiyê red dikin, nekin. Ew ê li dijî polîtikayên bêcezabûnê têkoşîna me dewam bike. Heta edaleta rast pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar