TJA’yê qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmedar weke ‘rojeke reş’ û diyar kir ku dê di rêya Sarayan de bimeşin û 9’ê çileyê ji bîr nekin nedin ji bîr kirin
Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî salvegera Komkujiya Parîsê ya ku di 9’ê Çîleya 2013’yan de pêk hat û 3 jinên kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî da.
TJA’yê dest nîşan kir ku di 9’ê Çileya 2013’yan de ji aliyê zîhniyeta baviksalarî û netewdewletê ve li dijî 3 jinên siyasetmedar ên kurd komkujî pêk hatiye û ev tişt diyar kir: “Qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez weke roja reş derbasî dîroka jinan û kurdan bûye. Li Kurdistanê hemû jinên şoreşger, di rêya Sara, Rojbîn û Ronahî de dimeşin û taritiyan ronî dikin. Em ê di rêya Sarayan de bimeşin û 9’ê Çileyê ji bîr nekin nedin jibîrkirin. Em rêheval Sara, Rojbîn û Ronahî bi hezkirin, bêrîkirin û mînetdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû jin û gelê kurd dikin ku di çalakî û bernameyên 9’ê Çileyê Roja Çalakiyên Hevpar ên li Dijî Cînayetên Siyasî yên Jinan bi berpirsyarî tevbigerin.” AMED