Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

TJA: Em ê siberoja xwe û azadiya xwe radestî zordarî û faşîzmê nekin

TJA’yê bal kişand ser girîngiya hilbijartinên serokkomariyê û got: "Ji bo ev pergala riziyayî û genîbûyî ya “tekmêrî” têk biçe, em hemû jinan, aktîvîstan, rêxistinên femînîst, ciwan û hemû beşên civakê yên ku aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin vedixwînin têkbirina faşîzmê.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê hilbijartina serokkomariyê ya ku dê di 28’ê Gulanê de pêk bê de daxûyaniyeke nivîskî da.

Di daxûyaniyê de wiha hat gotin:

“Serhildana mêtingeriya herî kevn; îro bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemû cihanê veguheriye şoreşeke azadiyê ya li dijî faşîzmê. Em wek jinên kurd; helbet hay jê hene ku mezinkirina têkoşîna xwe ya ku em li hember faşîzmê ji bo jiyanek azad û cihanek azad dimeşînin, hêza herî mezin e ku wê şert û mercên faşîzmê têk bibe ye. Li ser vê bingehê jî em dê li hember feraseta mêrê tekparêz, dijraber û olperest ku em bi dirûşma ‘Em dê bi jinan re bi hev re biguherînin’ ketine rê bi îsrar mezinkirina têkoşînê, dabînkirina azadiya xwe bidomînin û em dê teqez rizgariya xwe bidest bixin!

Hêza herî mezin a ku di 14’yê Gulanê de pergala “tekmêriyê” ku weke nûnerê herî mezin ê aqlê faşîst û desthilatdariya mêr a netewe-dewletî ya sed salî dixwaze xwe bighîne duyemîn sedsaliya komarê dahiye rawestandin; hêza birêxistinî û îradeya azadî ya jinan bûye. Weke TJA, em di wê baweriyê de ne ku ev hêza rêxistinkirî ya jinan, kevneşopiyên wan ên berxwedanê û cehda têkoşînê; dê vê faşîzma ku dijminê jinan e careke din birûxîne.

Bi hişmendiya ku şandina vê desthilatiyê ku di halê desthilatiya şerî de ye, di serî de azadiya jinan di rêya azadiya civakî de diviyatî û berpirsyariyek e; bê ku li hember hîle, dek û dolaban bêzar bimînin, baweriya me di hêla xerakirina van hîle û lîstikan de ye ku em dê li mal, kolan, qadan û di sindoqan de, di her qada jiyana civakî û di her kêliyê de biryardariya xwe nîşan bidin.

Divê baş bê zanîn ku em jin; bi baweriya xwe ya têkoşîna azadiya jinan, gelan, ciwanan, nasname û baweriyan em dê destûrê nedin ku ev pergala riziyayî û genîbûyî ya “tekmêrî” berdewam bike. Em dê hêviya xwe, siberoja xwe û azadiya xwe radestî zordarî û faşîzmê nekin.

Bi vê hincetê em hemû jinan û hêzên demokradiyê ku di 14’ê Gulanê de desthilatiya bloka faşîst a AKP-MHP-HUDAPAR’ê ku çavkaniya xwe ya îdeolojîk ji dijminatiya jinan digire û pergala “tekmêrbûyî” ya vê desthilatdariyê dan rawestandin careke din silav dikin.

Weke TJA’yê di serî de jinên kurd, em hemû jinan, aktîvîstan, rêxistinên femînîst, ciwan û hemû beşên civakê yên ku aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin vedixwînin ji bo faşîzma ku me di 14’ê Gulanê de rawestand di 28’ê Gulanê de bi paş ve bixînin û azadiya civakî ji nû ve ava bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar