Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

TJA: Gotina dawî berxwedêr dibêjin

TJA’yê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku berxwedan dîsa bi serketinê bi encam bû, muxatabiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din teqez bû

Tevgera Jinên Azad (TJA), di derbarê serketina berxwedanên grevên birçîbûnê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TJA’yê diyar kir ku îro careke din dîroka bi rastiya ‘Gotina dawî berxwedêr dibêjin’ re piştrast bû û wiha got: “Careke din bi vê berxwedanê hate teqezkirin ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye. Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Siraç Yuksek, Mahsum Pamay, Umît Acar û Ugur Şakar bedena xwe kirin mertal û bûn xwedî vê berxwedanê.”

Berxwedana dayikan silav kirin

Di daxuyaniyê de rista berxwedana dayikan jî hate destnîşankirin û wiha hat domandin: “Di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, carekê bi birayê xwe re, 2 car bi parêzeran re hevdîtin kir. Her wiha şandeyeke CPT’yê bi birêz Ocalan û girtiyên din re hevdîtin pêk anî. Divê bê zanîn ku berxwedêran bi banga birêz Ocalan çalakiya xwe bi dawî kir. Careke din teqez bû ku birêz Ocalan muxatabê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd e. Di vê pêvajoya berxwedanê de, em berxwedana dayikan a ku li tevahiya cîhanê bandor li her kesî kir, silav dikin. Em tecrîdê ku komkujiyeke li dijî jinê ye, tu carî qebûl nakin û em ê heta dawî li dijî wê tebikoşin. Em careke din bi bîr dixin ku tecrîda Îmaraliyê, ne tenê tecrîda li ser kesekî ye; di kesayetiya birêz Ocalan de li ser hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tê. Em ê di dorhêla peyama birêz Ocalan û banga Leyla Guven û hevrêyên girtî ya mezinkirina têkoşînê de bi biryardarî têbikoşin û dilsozê wê bin.”

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de TJA’yê da zanîn ku ji niha û şûn ve heta ku tecrîd bi giştî rabe û çareseriyek mayînde ya demokratik pêk were dê têkoşînê bilin bikin.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar