Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

TJA: Guh bidin daxwazên girtiyan

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê tecrîd û çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dikin de daxuyaniyek da

TJA’yê derbarê tecrîd û çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dikin de daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de wiha gotin: “Li ser civakê polîtîkayek takekesî tê sepandin. Armanc tunekirina civakê ye. Em bang li hemû dengê muxalîf û rêxistinên demokratîk dikin ku li hemberê wan binpêkirina mafan em piştgiriyê bidin girtîgehan.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê tecrîd û çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dikin de, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Rêzana Amedê daxuyaniyek da. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun û Semra Guzel, endamên navend û navçeyên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA DER), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Federasyona Komeleya Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxaran a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya 78’an tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA’yê Berîtan Onen ve hat xwendin.

‘Tecrîd her ku diçe xwe girantir dike’

Onen diyar kir ku binpêkirina mafên girtîgehan xwe gihandiye asta îskenceyê û got: “Girtiyan dixin hucreyan, aliyê dayîna xwarin û hîjyenê de pirsgirêkên cidî hene. Cezayên dîsîplînê bi awayekî keyfî tê dayîn û tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin. Her wekî din lêgerîna tazî li girtiyan re tê sepandin û gelek maf li girtîgehan tên binpêkirin. Tecrîd hem li hundir hem jî li derve xwe girantir dike û her ku diçe pêşiya binpêkirina mafên din vedike. Di van şert û mercên giran de girtî li girtîgehan ji bo daxwazên xwe li ber xwe didin û têdikoşin. Daxwaza wan ne li dijî hiqûqê ye. Em bang li hemû rayedar û berpirsan dikin ku bila daxwazên girtiyan bêne cih ku hêj dereng nebûye.”

‘Em ê piştgiriyê bidin girtîgehan’

Onen wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Hemû bertekên civakî ji aliyê desthîlatdarê ve tên terorîzê kirin. Bi vî awayî li ser civakê polîtîkayek takekesî tên sepandin. Me duh got, îro jî dibêjin. Hemû bêdengiyên li ser mafên binpêkirinan xwe di nav sîstemê de mezintir dike û tunebûna civakê hedef digire. Digel vê yekê em bang li hemû dengê muxalif û rêxistinên demokratîk dikin ku li hemberê wan binpêkirina mafan em piştgiriyê bidin girtîgehan.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar