Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

TJA: Hevalên me yên hatine binçavkirin tavilê berdin!

AMED |

Tevgera Jinên Azad têkildarî serdegirtina polîsan a saziyê jin û gelek saziyên din û binçavkirina jinan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniya TJA’yê de ev tişt hat gotin: “Li Tirkiyeyê di nava 18 salên desthilatdariya AKP’ê de û di hevkariya koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê ya dema dawî de, her tim komkujî, destavêtin, destdirêjî, desteserkirina mafan, talakirina destketî û kedê, destgîrkirin û girtin li me jinan her roj tê ferzkirin.”

TJA’yê destnîşan kir ku wê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe tu carî ranewestînin û wiha domand: “Divê bê zanîn soza me ya ji bo azadiyê ji çekên zîhniyeta faşîst a AKP-MHP’ê xurtir e. Dewleta bi serdestiya mêr a neteweperest, rantxur, zayendîperest ku hê heye bi destgîrkirin û girtinan dikare bi jinan paşve gavê bide avêtin, divê baş zanibe ku jinên jiyana xwe kirine gorî têkoşîna azadiyê serî natewînin, çokê danînin.

Bi navê TJA’yê em careke din dibêjin ku hevalên me yên hatine destgîrkirin divê tavilê bên berdan û dawî li girtin û destgîrikrina bi rengê bêhiqûqî bê anîn. Di serî de jinan em bang li saziyên demokratîk, tevger û înîsiyatîfan dikin ku têkoşînê mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar