Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

TJA: Jiyana xwe bi kurdî bixemilînin

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TJA’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tu tişt îşkenceya ku bi asîmîlasyonê didome ne bandortir e, qirkirina çandê, hunerê û civakê pûç dike û da zanîn ku asîmîlasyon mêjiyê mirovan pûç dike, hemû lebat û hestiyê laşê mirov parçe dike û bi vî awayî armanca xwe pêk tîne.

TJA’yê destnîşan kir ku piştî pûçkirinê li gorî berjewendiyê xwe bikar tîne û wiha domand: “Kesê ku ji zimanê xwe qut dibe, ji keyxweşî, xemgînî, çand, polîtîka û azadiya xwe dûr dibe û di nava sîstemê de winda dibe. Ji bo hemû gelan nirxên pîroz hene. Ziman jî yek ji van nirxan a sereke ye. Netew dikarin bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin û bi vî rengî xwe mayîn de dikin. Dema ku dewletên dagirker dixwazin nateweyek ji holê rakin berî her tiştî zimanê gel, çand û kevneşopiya gel qedexe dikin.”

Zimanê kurdî qedîm e

TJA’yê dagirkerî û mêtingeriya li ser Kurdistanê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Çiqas dek û dolab hene yekem li hemberî zimanê kurdî hatiye bikaranîn, piştre li hember gelê kurd, ji bo pişaftina gel her cure êrîşên hovane hatine kirin. Lê zimanê kurdî ewqas zimanekî qedîm e ku îro gelê kurd gihaştiye vê demê”

Her wiha TJA’ê di daxuyaniya xwe de ev bangê kir: “Werin em bi hev re têkoşerê azadiya ziman bin da ku em azad bibin. Zimanê dayikê bibe zimanê perwerdê ev mafekî hem însanî, hem wicdanî, hem exlaqî û hem jî qanûnî ye. Sînorê ziman sînorê cîhanê ye, bê ziman jiyan ji sînoran nafilite. Heta zimanê dayikê ne azad be em ê têbikoşîn, xwe ji asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê bifilitînin.

Bi vê çarçoceyê em Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz dikin û em bang li hemû kurdan dikin ku hemû jiyana xwe bi kurdî bihûnin û bi xemilînin. Li dijî asîmîlasyon û pişaftinê xwedî li zimanê xwe derkevin, bi kurdî bixwînîn, binivîsinin û biaxivin. Li dijî asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê têbikoşin. Her malek bila dibistanek zimanê zikmakî be.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar