Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye

TJA’yê banga têkoşîna li dijî tecrîda li ser Ocalan kir û wiha got: “Rêya têkoşîna li dijî kesên ku dixwazin têkoşîna azadiya jinan bifetisînin û xeta azadiya jinan bişikînin di şikandina tecrîdê re derbas dibe.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî cezayê qedexeya hevdîtinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya civakê bi taybetî jî li kurdan dike û wiha hat gotin: “Faşîzma AKP-MHP’ê vê helwesta kêfî weke amûrek îşkenceyê ya bi rêk û pêk li ser Birêz Ocalan bi kar tîne. Lewma tecrîdê giran dike û di şexsê Birêz Ocalan de dixwaze têkoşîna azadiyê jinan û hevrêtiya wan a dîrokî bifetisîne.”

TJA’yê ragihand ku bi tecrîdê re bêhiqûqî giran bûye û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir ku serdana Îmraliyê bike û berpirsyariyên xwe bi cih bîne û wiha got: “Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye. Li dijî yên ku dixwazin têkoşîna azadiya jinan bifetisînin û xeta rizgariya jinan têk bibin, rêya têkoşînê şikandina tecrîdê ye. Tecrîd wê têk biçe, jin wê bi ser bikeve. Têkoşîna azadiyê ya jinan wê bi ser bikeve.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar