Tevgera Jinên Azad (TJA) xebatên xwe yên kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ a di 15’ê Îlonê de, li dijî tecrîda li Îmraliyê, qirkirina siyasî, tacîz, tecawîz û zextên li ser zimanê zikmakî û baweriyan, dest pê kiribû dewam dike. TJA’yê di çarçoveya kampanyayê de, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê atolyeya ‘parastina cewherî’ ji bo jinan li dar xist.
Jinan di atolyayê de bal kişandin ser zêdebûna tundiya li dijî jinan û qetilkirinên jinan û behsa girîngiya parastina cewherî kirin. MÊRSÎN