Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

TJA’yê ji bo xwedîderketina grevên birçîbûnê bang kir

TJA'yê derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatin destpêkirin daxuyanî da û ev bangê kir: "Divê jin, ciwan, sazî, rêxistin û raya giştî li dijî tecrîd û ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê bêdeng nemînin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê grevên birçîbûnê yên girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane dest pê kirin de, daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA’yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedana zindanan û wiha got: “Di heqîqeta Tevgera Azadiya Jinên Kurd de, bi taybetî di heqîqeta berxwedaniya zindanan de, li dijî her cûreyên dagirkerî, komkujiya çandî, zayendperestî, olperestî û milîtarîstî serî rakirine, ala azadiyê bilind kirine û çanda berxwedaniyê bipêşxistine, ji Sarayan, Leylayan û heta îro jî Çaglayan, jinên kurd ên têkoşer û azadîxwaz  pêşengtiyeke pîroz ji pêvajoyan re kirine.”

TJA’yê, tecrîda li ser Ocalan bi bîr xist û wiha domand: “Di keseyeta Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan de 21 sal in tecrîdeke giran li ser hemû dilên azadiyê tê meşandin. Polîtîkayên tecrîdkar ên AKP û MHP’ê di pêvajoya pandemiyê de deh qat zêdetir kirine, bi vê hincetê jî binpêkirina mafên mirovan jî herî dijwar li ser dilên azadiyê tê meşandin.”

Di daxuyaniya xwe de TJA’yê da zanîn ku aktîvîsta wan û di heman demê de parlementera HDP’ê ya Amedê ya berê Çaglar Demîrel bi hezaran girtiyan re ji bo tecrîda giran a li ser Ocalan bi dawî bibe û azad bibe, di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kir

Her wiha TJA’yê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bangê kir: “Wekî tê zanîn Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan, di pêvajoya çareserî, aştî û demokrasiyê de berpirsiyariya herî bilind da ser milê xwe, roleke mezin lîst û bû deng û hêviya hemû gelên bindest ên cîhanê. Em wekî TJA, çalakiyên greva birçîbûnê ya ku bi pêşengtiya jinan destpêkiriye silav dikin, bang li hemû kesayetên ku di pêvajoya çareseriya aştî û demokrasiyê berpirsiyarî girtine ser xwe, di serî de jin, ciwan, sazî, rêxistinan û raya giştî dikin ku li hemberî tecrîd û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bêdeng nemînin û bi dilên azadiyê re di nav hevkariyê de bin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar