Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

TJA’yê Komxebata Lozanê li dar dixe

TJA bi minasebeta sedemîn salvegera Lozanê li otelekê komxebatê li dar dixe. Axaftina vekirinê ya komxebatê ji aliyê Çaglar Demîrel ve hat kirin.  Çaglarê got, “Ewê yekitiya gelan û jinan biparêzin û bi hev re biryarê bidin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê sedemîn salvegera Lozanê de li oteleke Amedê bi sernavê, “Jin sedemîn salvegera Lozanê niqaş dikin” komxebatek li dar dixe. Hem ji bajêr hu hem jî ji dervê bajarê gelek jin tev li komxebatê bûn. Axaftina vekirinê ya komxebatê ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel ve hat kirin.
‘Em ê zîhniyeta mêr a Lozanê nîqaş bikin’
Çaglar, anî ziman ku ji bo nîqaşkirina sedsala Lozanê hatine cem hev û destnîşan kir ku li Lozanê çi biryar hatin girtin ev sed sal in tên pêkanîn. Çaglarê got, “Di vê sedsalê de li Lozanê li ser Kurd, Elewî, Asûrî, Ermenî, Êzidî û hemû gelan çi biryar hatin girtin, em ê biaxivin. Ev nîqaş her tim ji aliyê mêran ve dihatin kirin. Li Lozanê jin û gel bi zîhniyeta mêr çawa hatin tunekirin? Çawa hatin asîmîlekirin, em ê bi hev re nîqaş bikin. Em ê rojekê bi van niqaşan derbas bikin.”
‘Em ê têkoşîneke mezin bidin’
Çaglarê destnîşan kir ku li Lozanê ziman û çand hatin qetilkirin û wiha got: “Çi hat serê jinan, çand û zimanan? Em weke jin li Mezopotamyayê li gel kedeke mezin ya hatiye dayîn êşeke mezin dibînin. Lê divê ji îro û şûnde em ê çi bikin li ser vê niqaş bikin. Jinan ev zilm û qetlîam qebûl nekir û qebûl nakin. Em ê yekîtiya gelan û jinan biparêzin. Em ê bi hev re biryaran bidin. Weke TJA îro em ê bi hev re yekîtiya xwe ragihînin. Em ê têkoşîneke mezin bidin.”
Komxebat piştî axaftina vekirinê ji çapemeniyê re girtî dewam dike, tê payîn ku di saet 17.00’an bi dawî bibe.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar