TJA’yê di çarçoveya kampanyaya xwe de li Mûşê bernameyek li dar xist. Di çalakiyê de TJA’yê der barê tundiya li ser jinan de agahî dan
Tevgera Jinên Azad (TJA) li hemberî tundiya li ser jinê, li hemberî istîsamara li ser zarokan û li hemberî qirkirina xwezayê di 19’ê tirmehê de kampanyaya “Ji bo azadî û vegûherînê tu jî rabe ser pêya” dabû destpêkirin. Xebatên TJA’yê yên di çarçoveya kampanyayê de berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de jinên TJA’yî li taxa Mongok a Mûşê bi tavlêbûna Meclisa Jinan a HDP’ê re li taxê xebat meşandin. TJA’yê têkildarî mafên jinan welatî agahdar kirin. Piştre jî li ser girîngiya kampanyayê daxuyanî hate dayîn. Bernameya TJA’yê bi stranên dengbêjiyê yên jinan berdewam kir. Jinên ku beşdarî bernameyê bûn jî li gel stranbêjan strîn.
Bername bi gerandina govendê bi dawî bû. MÛŞ