Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

TJK-E di 7’ê îlonê de dest bi çalakiyên pêngavê dike

TJK-E dê çalakiyên destpêkê yên pêngava ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ di 7’ê îlonê de li gelek welatên Ewropayê pêk bîne

Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê (TJK-E) di 19’ê tîrmehê di salvegera Şoreşa Rojava de bi dirûşma ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ dest bi pêngaveke nû kiribû. Çalakiyên destpêkê yên pêngavê dê li gelek welatan di 7’ê Îlonê de pêk werin.

TJK-E’yê der barê meş û çalakiyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Li Bakur di şexsê şaredariyên HDP’î de desteserkirina îradeya gel, li Rojava û Başûr jî planên dagirkeriyê di dewreyê de ne. Dewleta tirk ku hostayê DAIŞ’ê ye bi heman rê û rêbazan dixwaze Heskîfa 12 hezar salî ku mîrateya mirovahiyê ye ji holê rake, nêzî 100 hezar mirovî ji warê wan koçber bike û bi vî rengî cografya Kurdistanê ji mirovan xalî bike. Heta pirsgirêkên civakî neyên çareserkirin dê guhertineke bingehîn û azadiya rasteqîn pêk neyê. Hêza rêxistinî ya jinan temînata asta azadiyê ya civakê ye. Em zanin ku li dijî vê sîstema ku jin û civak dorpêç kiriye dê jin û civak a xwedî biryardariya guhertin û azadiyê ne, rêya rizgariyê biafirînin. Pêngava me ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ di heman demê de pêngaveke avakirina civakî ye. Çalakiyên destpêkê yên pêngava me dê di 7’ê îlonê de li gelek welatên Ewropayê bi meşan dest pê bikin.”

Di daxuyaniyê de bang li jinan ên xwedî biryardariya azadiyê ne, femînîstan, antîkapîtalîstan, sosyalîstan û demokratan hat kirin ku tev li çalakiyên 7’ê îlonê bibin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Deng û hêza xwe bikin yek, dem ew dem e ku jin hêza xwe nîşan bidin.”

Her wiha li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyan wiha ye:

  • 6’ê Îlonê

Viyana

Platz der Menschenrechte

Saet: 18:30

  • 7’ê Îlonê

Koln

HBF

Saet: 13.00

Frankfurt

HBF

Saet: 14.00

Londra

Excel Centre

Saet: 11:00

Basel

Claramatte

Saet: 15:00

Parîs

Place de la République

Saet:17:00

Marsîlya

Kanabier

Saet: 18:00

Rennes

Colombier den Republiqe

Saet 16.00

Stockholm

Odenplan

Saet 15.00

Kopenhaag

Nytorv København

Saet: 13 00

Helsînkî

Meri-rastilantie 24

Saet: 17:00

Melbourne

State Library

Saet: 16:00

Celle

Saet: 13.00

Unterlüß Bahnhof/ Celle

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar