Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

TJK-E: Em li Parîsê deng û îradeya xwe bikin yek

Em ê berpirsyariyên dewleta Fransayê bi bîra wan bixin. Em bi hev re deng û îradeya xwe bikin yek û biryardariya xwe ya ji bo edaletê bi dilekî biqîrin.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) têkildarî komkujiyên li Parîsê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Erdogan û rejîma wî ya faşîst tifaqa AKP-MHP ji bo têkçûna xwe ya leşkerî û siyasî binixumîne, ji bo karibe ji nava çiravê xilas bibe, careke din li Ewropayê polîtîkayên komkujiyê xiste dewreyê. Di 23’ê Kanûna 2022’an de bi destê MÎT’ê li hemberî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê êrîşeke nemerdane hate kirin û di encamê de hevalên me Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin.”

Em ê hesabê komkujiyê bipirsin

Di dewama daxuyaniyê de wiha tê gotin, “Em hemû zanin ku dewleta Fransayê ji ber ku kujer û hêzên li pişt komkujiya destpêkê dernexist pêşberî dadgeriyê û bi rengekî eşkere mehkeme nekir, rê li ber komkujiya duyemîn vekir. Bi van êrîşan re yên li ser sazî û komeleyên me, ku armanca xwe ya esasî parçekirina hêza rêxistinbûyî ya Tevgera Jinên Kurd e, xwestin ku têkoşîna bibiryar a gelê kurd û tevgera azadiyê ya kurd biqedînin. Destketiyên ku li çar parçeyên Kurdistanê bi berdêl û têkoşîneke mezin hatin bidestxistin, hêzên serwer û emperyalîst aciz dikin. Têkoşîna hevrêyên me Nagîhan Akarsel, Hevrîn Xelef, Arîn Mîrkan, Denîz Poyraz, Sêvê, Sakîne û gelek hevrêyên me ku navê wan bi jimartinê naqede, li ber felsefeya Rêber Apo bi qîrîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gerdûnî bû û veguherî kabûsa hêzên faşîst.

Gelê kurd çawa ku li hemberî polîtîkayên qirkirin û komkujiyê bi salan e bi xweparastinê li her derê têkoşiya, îro jî li Ewropayê li hemberî modernîteya kapîtalîst wê têkoşîna me dewam bike. Gelê me bi salan e li ber xwe dide, li qadan e, bi helwesta xwe ya piştî vê êrîşa dawî careke din nîşan da ku wê dest ji têkoşînê û destketiyan bernede. Jinên me wê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî hesabê hemû komkujiyan bipirsin.

Lewma di 7’ê çile de em ê li Parîsê ji bo bîranîna Şehîd Sakîne Cansiz, Şehîd Fîdan Dogan û Şehîd Leyla Şaylemez meşekê li dar bixin û ji bo dawî li şerma 10 salan bîne û piştperdeya komkujiyê eşkere bike, em ê berpirsyariyên dewleta Fransayê bi bîra wan bixin. Mîna her salê ji bo meşa îsal jî em bang li girseya xwe bi taybetî jinan û dostên xwe dikin ku li Parîsê tev li çalakiyê bibin. Em bi hev re deng û îradeya xwe bikin yek û biryardariya xwe ya ji bo edaletê bi dilekî biqîrin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar