Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

TJK-E: Ji bo dadmendiyê werin Parîsê

TJK-E’yê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê heta hesabpirsînê û daxistina rûpoşên hêzên navdewletî ku tiliya wan di qetilkirina sê jinên kurd ên şoreşger de heye, têkoşîna xwe bidomînin û bang li hemû jinan kir ku tev li bernameya bîranîna sê jinên kurd bibin

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi boneya salvegera 6’emîn a qetilkirina sê jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga tevlêbûna çalakiyan kir.

Di daxuyaniyê de TJK-E’yê 3 jinên kurd ên bi destê hêzên îstîxbarata dewleta tirk hatin qetilkirin, şermezar kir û wiha got: “Li gel ku kujerên komkujiya Parîsê diyar in, em sazî û rayedarên Fransayê ku dadmendiyê pêk nayînin, şermezar dikin. Di nav 6 salan de Omer Guney ê ku bi tetikkêşiyê hatiye bikaranîn her çend ji hêla Fransayê hatibe girtin jî, hemû hewldanên ku vê bûyerê ronî bikin, ji hêla rayedarên Fransayê ve nehatiye bicihanîn. Ji bo dadmendiya rastîn pêk were li gel ku hewce bû ku ne tenê tetîkêş, planger û hêzên biryardar jî derxistina holê lê ev nehatiye pêkanîn. Ji bo vî kujerî jî hatiye gotin ‘li girtîgehê miriye’ û bi vî rengî hatiye xwestin ku ser vê cînayeta siyasî bigirin.”

Dê hesab ji kujeran bê pirsîn

TJK-E’yê da zanîn ku dê hesab bipirsin û rûpoşa kes an jî hêzên ku dixwazin ser bûyerê bigirin bixînin, hevkariya gemarî ya nav dewletan teşhîr bikin û wiha dawî li daxuyanî anî: “Heta ku dewleta Fransayê navê berpirsên bûyerê ranegihîne, heta darizandina dadmend çênebe û dadmenî bi cih neyê em jinên kurd û kurdistanî dê tim li vir bin û têkoşînê geş bikin. Her wiha em bang li jinên ji azadî, demokrasî, wekheviyê û dadmendiyê bawer dikin destekê bidin têkoşîna me û tev li çalakiyên biranîna sê jinên şoreşger bibin.”

Her wiha li gorî daxuyaniyê çalakiyên dê pêk bên wiha ne:

– 9’ê Çileyê li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê dê merasîma bîranînê were çêkirin, piştre jî daxuyaniya çapemeniyê were dayîn. Her wiha di heman rojê de li hemû herêman li ser sefaretxaneyên Fransayê dê çalakiyên protestoyî werin kirin.

– 12’ê Çileyê kurdistanî û dostên wan ji Fransa, Almanya, Hollanda, Belçîka, Swîsre û Îngilistanê dê werin Parîsê û meş û mîtîngeke girseyî pêk bînin.  PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar