Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

TJK-E’yê bernameya çalakiyên 9’ê Cotmehê aşkera kir

TJK-E’yê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bernameya çalakiyên şermezarkirinê eşkere kir û bang li jinan hemûyan kir ku li her qadê bi xurtî tevlî bibin.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ji ber salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî gelê Kurd hate kirin, bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e” dadikeve qadan.

Di daxuyaniya TJK-E’yê de hate ragihandin ku bi komploya 9’ê Cotmehê re xwestin tevgera azadiyê ya Kurdistanê û têkoşîna azadî-wekheviyê ya li Rojhilata Navîn tasfiye bikin, lê nekarîn û hate gotin, “Berevajî vê armancê, komploger têk çûn, têkoşîna azadiyê jî hîn mezintir bû û ji tevahiya cîhanê re bû hêvî. Di serî de berxwedana dîrokî ya Rêber Apo, berxwedana gelên Kurdistanê ev konsept pûç kir. Em vê komploya li dijî mirovahiyê û hovane ya dîroka mirovahiyê careke din bi hêrseke mezin şermezar dikin. Lehengên ku li djiî komployê têkoşiyan û şehîd bûn bi rêz û minet bi bîr tînin.”

‘Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye’

TJK-E’yê diyar kir ku paradîgmaya Jiyana Azad û Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin ji bo gelên Kurdistanê û tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêvî û wiha dewam kir, “Zêdebûna sempatiya ji bo vê felsefeyê, dewleta Tirk a faşîst û serwer aciz kiriye. Ji ber vê yekê jî êrîşên berfireh dikin û tecrîdê giran dikin.

Tecrîd û êrîşên li dijî Rêber Apo êrîşên li hemberî gel, jinên Kurd û tevahiya mirovahiyê ne. Bêdengiya CPT û saziyên navneteweyî dibe sedem ku ev polîtîkayên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê girantair bibe. Bêdengiya saziyên navneteweyî wan dike şirîkê sûc ê vê faşîzmê.

Ji bo me jinan, gelê Kurd, ciwanan û alîgirên nirxên mirovahiyê, rêya yekane mezinkirina têkoşînê û vekirina rêya serketinê ye. Rêya herî bi wate û encamgir a vê yekê jî kombûna li dora Rêber Apo ye. Roj ew roj e ku ji bo azadiya Rêberê xwe seferber bibin, xwedî li grîlayan derkevin û hêjayî wan fedaiyan bibin ku gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û canê xwe feda kirin. Roj roja misogerkirina serketina bi milyonan mirovî ye ku dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’. Bi vê biryardariyê em bang li xelkê xwe yê li Ewropayê, bi taybetî jî jinên Kurd dikin ku di salvegera komploya navneteweyî de bibêjin ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e’ û dakevin qadan, di 8 û 9’ê Cotmehê de li her devera Ewropayê bi xurtî beşdarî çalakiyên şermezarkirinê bibin.”

Bernameya çalakiyan

TJK-E ku rêxistina sîwanî ya rêxistin û yekîtiyên jinên Kurd ên li Ewropayê ye, wê li gelek bajarên Almanya, Swîsre, Fransa, Hollanda, Belçîka, Swêd, Danîmarka, Awûstûrya, Îngilistan û Qibrisê çalakiyan lidar bixe. Bernameya çalakiyan jî wiha ye:

ALMANYA

Düsseldorf

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 13:00

Navnîşan: DGB-HAUS

Frankfurt

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 13:30

Navnîşan: Frankfurt Hauptbahnhof

Berlin

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 14:00

Navnîşan: Wittenbergplatz

Saarbrücken

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 14:00

Navnîşan: Europagaleria

Hamburg

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 15:00

Navnîşan: Am Hachmannplatz/ HBF

Stuttgart

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 15:30

Navnîşan: Lautenschlagerstr. 70173

Freiburg

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 15:00

Navnîşan: Platz der Alten Synagoge

Dresden

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 12:00

Navnîşan: Johanstadter Kulturtreff e.V

SWÎSRE-Bern (Meşa Navendî)

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 14:00

Navnîşan: Vor Dem Bundeshaus

FRANSA

Paris

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 14:00

Navnîşan: Qada Republique

Strasbourg

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 14:00

Navnîşan: Place de la gare 67000, Strasburg

Rennes

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 17:00

Navnîşan: Charles de Gaulles (Li pêşiya Metroyê)

Marsilya

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 14:00

Navnîşan: Canabier

Bordeaux

Dem: 9’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 17:00

Navnîşan: Place de Bourse

Reims

Dem: 7’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 19:00

Navnîşan: Li pêşiya gar a Reimsê

HOLLANDA-Amsterdam (Meşa Navendî)

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 13:00

Navnîşan: Jonas Daniel Meijerplein

BELÇÎKA-Brüksel (Meşa Navendî)

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 15:00

Navnîşan: Port de Namur, 1000 bruxelles

SWÊD

Stockholm

Dem: 9’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 14:00

Navnîşan: Norra Bantorget

Malmö

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 15:00

Navnîşan: Triangeltorget i Malmö

DANÎMARKA- Kopenhagen

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 13:00

Navnîşan: İsraels Plads Linnesgade 3, 1361

ÎNGILISTAN-London

Dem: 9’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 14:00

Navnîşan: Li pêşiya Avahiya Mala Gel – Dalston

AVUSTURYA-Viyana

Dem: 8’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 16:30

Navnîşan: Christian-Broda-Platz

KIBRIS-Limasol

Dem: 9’ê Cotmeha 2022’an

Saet: 12:00

Navnîşan: Nikosa

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar