TJK-E’yê têkildarî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da. TJK-E’yê diyar kir ku yên nekarîn bi komployê armancên xwe pêk bînin, niha bi êrîşa li dijî Rojava re dixwazin komployê temam bikin. TJK-E’yê ji bo azadiya Ocalan û xwedîderketina li Rojava jî bang li gelê kurd kir
Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) bi boneya 21’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi têkoşîna bê eman a Ocalan bi ser neketiye û ev tişt hatin parvekirin: “Em sala 21’emîn a komployê bi pêngava ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ pêşwazî dikin. Em ê bi pêngavê re têkoşîn û berxwedanê mezintir bikin û li qadan bin.”
TJK-E’yê destnîşan kir ku hêzên faşîst ên bi Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê nekarîn armancên xwe pêk bînin, niha dixwazin komployên nû bipêş bixin û wiha bi dawî kir: “Bi vê armancê dixwazin li Rojava qirkirinan bikin. Bêguman jinên kurd û gelê kurd mîna duh dê îro jî Rojava biparêzin. Li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe dê her kurdistanî bi ruhê seferberiyê li dijî dewleta tirk bibin yek û li Rojava xwedî derkevin. Roj ew roj e ku li dora Rojava bibin yek, rûmeta mirovahiyê, destkeftiyên gelê me û pêşeroja gelê me biparêzin. Bi vê boneyê em bang li her kesî dikin ku di 9’ê cotmehê de bi rengekî xurt tev li çalakiyên li Bruksel û Strasbourgê bibin.”