Komîteya Navendî ya Partiya Tirkiyeyê ya Komkunîst-Marksîst Lenînîst (TKP-ML) ji pêşengên tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakaya di salvegera qetilkirina wî de bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Îbrahîm Kaypakkaya dixwest, Şoreşa Gel a Demokratîk, sosyalîzm û komunîzmê li xaka cografya me pêk bîne.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir, “Pîvana şoreşgeriya pratîkî û tevlîbûna li nava her berxwedan û têkoşînê bi biryardarî bi cih anî. Dersên ji têkoşînên tevlî bû wergirtî, bi zanistiya Marksîzm-Lenînîzm-Maoîzmê re bi hostatî kir sentez.
Fikrên Îbrahîm Kaypakkaya li Tirkiye û Kurdistana Tirkiyeyê, li Rojava, li nava têkoşîna gelê me ya ji gel û baweriyên cuda, li çiyê, li gund û bajaran, li febrîqe û taxên xizanan, li dibistan, êşkencexane û girtîgehan hîn jî pêşengiyê ji rizgariyê re dikin.”