Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Tola Kobanê ji HDP’ê distînin’

Di ‘Lêpirsîna Kobanê’ ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî HDP’ê hat destpêkirin, li 7 bajaran derbarê 82 siyasetmedaran de biryara binçavkirinê hat dayîn. Berteka li dijî operasyonê belav dibe. Nûnerên partiyên siyasî operasyonê nirxandin û operasyonê wek qirkirina siyasî bi nav kirin.

Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torûn diyar kir ku ne daraz îktîdara AKP-MHP’ê operasyonê pêk anîne û wiha got: “Dê ev operasyon nikaribe HDP’ê û sosyalîstan bêzar bike. Em bi hemû hêza xwe li cem HDP’ê ne. Ev operasyona qirkirina siyasî ye. Em pêkhateyên HDP’ê ne. Ev operasyon li dijî me hemûyan hatiye kirin.”

Hesabê Kobanê ji HDP’ê tê xwestin

Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu da zanîn ku AKP dixwaze bi van operasyonan kriz û aloziya din av de ye taloq bike û ev tişt anî ziman: “Hêj tehamûlî serkeftina Kobanê nakin. Hêj hesabê vê yekê ji HDP’ê dipirse. Kobanê neket. HDP jî hesabê kobaniya neketiye dipirse. Tola Kobanê ji HDP’ê distînin. Di serî de gelê kurd ên di têkoşîna azadiyê de dixebitin, elewî, jin, ciwan, karker û kedkar divê li dijî faşîzmê rabin û bertekên xwe nîşan bidin.”

Hevseroka Partiya Rizgariya Jinûve ya Sosyalîst (SYKP)  Canan Yuce jî anî ziman ku AKP bi van operasyonan dixwaze îşkenceya li Wanê normalîze bike, HDP’ê bide tirsandin û got ku AKP û MHP dixwaze faşîzma xwe li ser pêya bigire û sazîbûna wê çê bike.

‘Dixwaze temenê xwe dirêj bike

Hevberdevkê Partiya Pêşeroja Çep a Kesk Sînan Tûtal destnîşan kir ku îktîdar her ku aciz, neçar û tengav dibe êrîşî HDP’ê dike û wiha domand: “Dixwaze bi êrîşên ser HDP’ê re temenê xwe dirêj bike. Ya rast ev pûçbûna îktîdarê dide nîşandan. Di nava civakê de her ku diçe rewabûna xwe winda dike. Wê ev êrîş nikaribin HDP’ê û muxalîfan bêdeng bikin.”

Seroka Kedê (EMEP) Selma Gurkan jî da zanîn ku ev operasyon ne bi hiqûqî û ne bi darazî jî bi tu awayî nayê ravekirin û wiha got: “Dê tu hiqûq û edalet ji dozgerek biçe li qesrê daweta xwe bike dernekeve. Em îktîdarek zilmkar re rû bi rû ne. DAIŞ’ê gelek komkujiyan li Tirkiyeyê pêk anî. Di wan rojên komkujiyên DAIŞ’ê de gotinên ‘Kobanê ket û wa dikeve’ yên Tayyîp Erdogan hêj di bîra me de ye. Hêj hesabê wê yekê ji HDP’ê dipirsin ku çima Kobanê neketiye.”

Darbeya li dijî siyaseta demokratîk

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Alî Şeker diyar kir ku ev operasyon darbeyek li dijî siyaseta demokratîk e û ev tişt anî ziman: “Îktîdar dixwaze rojeva Tirkiyeyê biguherîne. Ev operasyon çavtirsandina li ser muxalefetê ye. Lê rastiyên welat hemû li holê ne. Wê bi bêdengkirina çapemenî û siyasetê nikaribin tiştên diqewimin asteng bikin.”

Serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş jî ev tişt diyar kir: “Bi vê operasyonê dixwazin HDP’ê li derveyî siyasetê bihêlin. Dixwazin berxwedan HDP’ê bişkênin û bêbandor bikin. Berê jî gelek caran hat ceribandin bi ser neket. Ne mimkin e ji vê saetê şûn ve jî bi dîlgirtina gelê kurd bi ser bikevin.”

‘Em li cem HDP’ê ne’

Seroka Malên Gel Nebiye Mertturk jî diyar kir ku ev operasyonek kemînê ya li dijî muxalefetê ye û wiha got: “Ev şerma dozger û hikûmetê ye. Çalakiyên Kobanê xwedî wateyek girîng a li dijî faşîzmê bû. AKP vê ji bîr nekiriye. Bûyerên 6 sal berê niha jî bi hincetên pûç û bêbinî radibin li dar dixin. Em behsa îktîdarek bêhiqûqiyê ji xwe re wek hiqûqê dibîne dikin. HDP berê jî li ber xwe da û wê ji niha şûn ve jî li ber xwe bide. Wê HDP van êrîşan ji ser xwe biavêje. Em her tim li cem HDP’ê ne û palpiştê wan in.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar